* Li nexweşxaneyên Amedê ji ber hêjmara personel û cîhazên tibbî kêm in, nexweşên ku ji Amed û bajarên der û dora Amedê tên tedawî dibin, hin caran heta 3 mehan nikarin randewî bistînin. Nexweşa 35 salî Zeynep Erdogan a ji bo tedawiyê hat Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê, diyar kir ku mirov li pêş serwîsan dikevin dorê û got: "Saet di 2'ê şeva 12'ê Cotmehê de randevû dan min."
Di ser komkujiya GAR'a Enqereyê re 4 sal derbas bûn. Di komkujiyê de 103 kesan ji yana xwe ji dest dabûn. Dadgehê di 2'ê Tebaxa 2018'an de biryar da û li 9 kesan ji bo her kesekî 101 sal ceza birî. Di darizandinê de belge û agahiyên derketin holê nîşan da ku çawa rê li pêş komkujiyê hatiye vekirin û sersar nêzîk bûne. Parêzer û malbatan diyar kirin ku cezakirina kujeran, ser komkujiyê venaşêre xwestin ev komkujî wekî sûcê li dijî mirovahiyê bê qebûlkirin.
* Çandinî û sewalvanî ku çavkaniyên sereke yên debarê ên herêmê ne, niha ji ber krîza aborî û zemên tên kirin li ber qedandinê ne. Sewalvanan, diyar kir ku ev yek ji ber polîtîkayên hikûmetê ne û gotin: "Ger wisa bidome wê ne heywan ne jî goşt bimîne."
* Diyadîn Gok ku bi hinceta tev li mîtînga aştiyê ya Enqereyê bûye hat îxrackirin, bilêv kir ku bi delîlan hatiye pesendkirin ku ew tev li mîtîngê nebûye, lê belê dîsa jî daxwaza wî ya ji bo vegera ser kar nehatiye qebûlkirin. Di mîtîngê de teqînek çê bûbû û di teqînê de 103 kes jiyana xwe ji dest dabûn.
* Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê, hat ragihandin ku kezeba girtiyê nexweş Zerdeşt Odûncû ku tedawiya di weziyeta kelemçekirî de qebûl nekir, xera bûye.
* Mûstafa Koçak ku ji ber doza cinayeta Dozger Mehmet Selîm Kîraz cezayê muebeta giran lê hat birîn, ji bo li dadgeha adil û serbixwe bê darizandin dest bi greva birçîbûnê kiribû. Lê belê ji ber daxwaza wî nehat qebûlkirin Koçak greva birçîbûnê veguherand rojiya mirinê Xwişka wî Ayşe Koçak, diyar kir ku ew dixwazin birayê wî bijî û ji bo vê li benda alîkariyê ne.
* Dadgeha Cezayê Giran a 11'an a Amedê, ji bo xala 7/2 a TMK'ê ku tê de "propagandaya rêxistina terorî" tê heye, got: "Li gor pênaseyeke ku paramatreyên azadiya ramanê sînordar dike" hatiye sererastkirin.
* Endamê Hereketa Azadî Abdullah Bozkuş li dijî plana tunekirina kurdên li Rojava banga yekîtiyê li kurdan kir. Cîgirê PÎA Sedat Dogan jî got şerê li dijî Rojava dê tu encamê neyne û li şûna şer divê li ser formula jiyanek mirovane bê lêgerînkirin.
* Danişîna doza 11 parazvanên mafên mirovan yên li Buyukada ya Stenbolê hatin binçavkirin û piştre loz li wan hat vekirin wê li 35’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)
* Ji bo Demokrasiyê Yekîtî wê li Odeya Mîmaran a TMMOB'ê ji bo pakêta darazê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00)
* Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê ji bo plana operasyonê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li avahiya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)
* Parêzerên Karsaz Osman Kavala yê ji doza Gezî tê darizandin wê li Salona Civînê ya Cezayirê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)
* Çalakiyên Nobeta Demokrakiyê yên li dijî tayînkirina qeyûman wê li Mêrdîn, Wan û Amedê di roja 52'an de berdewam bikin. (11.00-13.00)
* Girtiyên ku li Girtîgeha Hêjmar 2 a Maltepe ketin greva birçîbûnê , wê li 26'emin Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (11.30)
* Platforma Demokrasiye ya Wanê wê li dijî operasyona li dijî Sûriyeyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)
* Rêxistina HDP'ê ya Rihayê û gelek rêxistinên din ên HDP'ê wê li dijî 9'ê Cotmehê roja ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derxistin daxuyanî bidin çapemeniyê. (13.00)