KILÎS – Hat diyarkirin ku TSK, ber bi binkeya leşkerî ya li El Babê ve bi otobêsan leşker, muhîmat û wesayîtên zirxî şandiye.
Hat diyarkirin ku Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK), ber bi binkeya leşkerî ya li Elbabê ve bi otobêsan leşker, muhîmat û wesayîtên zirxî şandine. Hat ragihandin ku leşker û wesayîtên zirxî yên berê şandibûn Hatayê, di nav Kilîsê re derbas bûne û berê xwe dabe binkeya leşkerî ya li El Babê.