AMED - TJA’yê Komploya 9’ê Cotmeha 1998'an şermezar kir û diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dikare azadiya hemû gelên Rojhilatê Kurdistanê pêk bîne.
Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê salvegera Komploya Navneteweyî 9'ê Cotmeha 1998'an a li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniya TJA’yê de wiha hat gotin: "Vê komploya li ser rêzdar Ocalan tê wateya şikandina azadî, aştî û yekîtiya gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn. Vê feraseta faşîst 20 sal in bi tecrîdê vê komployê didomînin. Ji sala 1999’an û vir ve komploya li ser rêzdar Ocalan gelê Kurd di serî de li ser hemû gelên Rojhilata Navîn tê kirin. Bi çalakiyên greva birçîbûnê re tecrîda ji sala 2011’an û vir ve didome, piçekî hatiye şikandin lê dîsa tecrîd hatiye domandin. Di hevdîtinên bi rêzdar Ocalan de deklarasyonek hatiye diyarkirin a ku ji 7 xalan pêk dihat. Di vê deklarasyonê de dihate diyarkirin ku krîzên li Tirkiye û Rojhilata Navîn dikare were çareserkirin.
‘YEKITIYA NETEWEYÎ'
Bi komployê re kêşeyên civakî zêdetir bûn. Lê paradîgmaya rêzdar Ocalan a neteweya demokratîk ne bi tenê li Tirkiyeyê li Rojhilata Navîn jî rê û metoda çareseriyê diyar kiriye.
Divê komploya 9’ê Cotmehê û tecrîd bi dawî bibe. Li hemberî êrîşên li ser destkeftiyên gelê Kurd, çawa em li Kobanê bûn yek, divê îro jî reflekseke neteweyî û berxwedan were nîşandan. Em bang li hemû jin, gel, çepgir û demokratan dikin ku li hemberî şerê li dijî destkeftiyên gelên Sûriyeyê bila têkoşînê geş bikin û em komploya 9’ê Cotmehê şermezar dikin.”