* Piştî malên elewiyan hatin deqkirin, 2 roj şûn de êrîşê Kurtuluş Kiliseleri Derneği Malatya Temsilciliği (Berdevkiya Meletiyê ya Komeleya Dêrên Rizgariyê) kirin. Peywirdarê dêrê Vedat Serîn bal kişand ser êrîşên li dijî xiristiyan, ewewî û kurdan û ev tişt got: "Ev berhemên heman hişmendiyê ne."
* Li navçeya Navendî ya Sûrê qedexeya derketina kolanan 2 sal li pey xwe hişt. 2 salin xerakirina 6 taxên navçeya Sûrê berdewam dike. Ji ber xerakirinê welatî koçber bûn û xanî tev hatin xerakirin. Ji ber tev bi tevahî hatin xerakirin gelek keya bê tax û welatî man.
* Li Îdirê ji ber bihabûna kayê şêniyên gundan berê xwe dan pincara garis û sewalên xwe bi bi pencara garis xwedî dikin. Gundiyan got “Sewalên me pincara garis naxwin lê em neçarin vê pincarê bikin êmê sewalan."
* 20 jinan li dijî êrîşên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê li ber avahiya TRT’ê xwestibûntev li weşana zindî bibin. Ji ber vê çalakiyê der barê 20 jin û 3 rojnamgerên ku nûçe dişopandibûn de doz hatibû vekirin. Dadgehê bi giştî 31 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li wan birî.
* Qeyûmê Şaredariya Cizîrê bi hinceta “Ewlekariyê” kevirên parkeyî rakirin û rê asfalt kirin, lê belê niha jî asfaltê radike. Wê asfalta ku milyon lê hatin xerckirin niha tên rakirin û rê veguherîne golên heriyê.
* Ji 250 parêzerên ku dixwazin bi Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan re hevdîtinê çê bikin Parêzer Gulîzar Tûncer dest nîşan kir ku Tirkiye divitiyên DMME’yê yên der barê Ocalan de bi cih nayîne û ji ber vê divê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KE) derheqê Tirkiyeyê de biryara mueyîdeyê bide.
*Di dema OHAL’ê de heta niha herî kêm 64 kes ji ber eciqandina wesayîtên zirxî, guleyên polis û leşkeran û teqîna amûran jiyana xwe ji dest dane û 62 kes jî birîndar bûne. Di gelek bûyeran de lêpirsîn bi awayekî çalak nehatin birêvebirin û herî zêde bi “bêcezatiyê” bi encam bûn.
* Nîhat Yurek ê kur û birayekî wî girtî ne, diyar kir ku zextên li ser girtiyan qat bi qat zêde bûne û zilma li girtîgehan zilma Kenan Evren derbas kiriye.
*Di ser bombekirina Rojnameya Ozgur Ulkeyê de 23 sal derbas bûn. Xebatkara rojnameyê Nûrdogan Aydogan ku ji êrîşa bombeyî bi saxî filitî wiha got: “Heta ku têkoşîna gelê kurd hebe, wê bi awayekî rêça Ozgur Gundemê bidome. Bila şik û gumanên tu kesî ji vê yekê tune bin.”
* Esnafên Hala Sebze û Fêkiyan a Wanê dan zanîn ku bi bihabûna sotemeniyê re maliyeta wan gelek biha bûye û ji ber zemên tên kirin li ser welatiyan tê kirin ew jî nikarin fêkî û zebzeyên di destên xwe de bifiroşin.
* Zîrveya edalet û wekheviyê ya jinan a li Stenbolê di roja duyemîn de berdewam dike.
* Doza wekilê CHP'ê Enis Berberoglu ku ji ber TIR'ên MÎT'ê girtî tê darizandin dê li Dadgeha Herêmê ya Stenbolê bê dîtin. (10.00)
* 6'emîn danişîna doza Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça dê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê bê dîtin. (10.00)
* Çalakiya Kolana Yukselê ya Em karê xwe dixwazin dê di roja 388'an de berdewam bike. (13.30-18.00) BI DÎMEN E
* Yekemîn rûniştina doza Kemal Polat ê bi îdîaya Cîgirê Serokê AKP'ê yê Lîcê kuştiye dê li 10'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (10.00)