AMED – Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê li dijî operasyonek muhtemel a li dijî Rojava û tezkereya şer nerazîbûn nîşan da û bang li hemû parlamenteran kir ku bila ji tezkere û şer re bêjin ‘na.”
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê têkildarî operasyonek muhtemel a li dijî Rojava û tezkereya şer a dê li Meclîsê tê gotûbêjkirin li avahiya Egîtîm Senê ya 2’an a Amedê civîna çapemeniyê li dar xist û pêkhateyên Platformê beşdar bûn. Daxuyaniya bi dirûşma “Ji şer re na aştî hema niha” bi kurdî û tirkî hat xwendin.
Metna daxuyaniyê ya bi kurdî rêveberê Odeya Bijîşkan a Amedê û metna tirkî jî Sekreterê Desteya Kordînasyona Bajêr a TMMOB’a Amedê Dogan Hatûn xwend.
‘WELAT BER BI ŞER VE TÊ BIRIN’
Orhan Îlîm diyar kir kul i welatê wan şer, pevçûn, mirin û koçberî qet kêm nabin û îro jî welat dîsa bi şerekî nû û dawiya wê nediyar re rûbirû ye û got: “Wek tê zanîn DAIŞ’ ê çend sal berî niha li Iraq û ‘Sûrîyê xwe rêxistin kir û bi kiryar û sepanên hov; tirs û xofeke mezin xiste dilê hemû cîhanê. Lê bi alîkariya koalîsyona navnetewî hêzên rojava ew têk birin û li herêmê aramiyek pêk anîn. Gefên Tirkiyê yên dagirkirina Rojava ku demeke dirêje tê bilêvkirin êdî gihêştiye asta herî jor.”
‘ŞER WÊ ENCAMÊN GIRAN BI XWE RE BÎNE’
Îlîm bal kişand ser tezkereya êrîşkirinê ku bi mehane li derve û li hundir bo wê amadehî tên kirin û wiha got: “Ji raya giştî piştevanî tê xwestin, ji bo erêkirinê îro hatiye Meclisê. Parlementerên meclisa Tirkîyê îro bi berpirsiyariyeke dîrokî re rû bi rû ne. Divê encamên şer ên xesareke mezin dide xweza û însên neyê jibîrkirin. Erêkirina tezkereya şer tê wateya erêkirina qetla jinan, zarokan, pîran û her wiha tê wateya erêkirina qetla hemû zîndewaran û xwezayê. Ku derê dibe bila bibe her şer û pevçûn dibe sedema mirin, seqetî, koçberî, îşkence, binpêkirina mafê mirovan û dramên însanî yên mezin.”
‘CIVAKÊ TEHDÎT DIKIN’
Îlîm da zanîn ku li Tirkiyê di pergala nû ya ku ji alîyê tifaqa AKP-MHP ve hatiya avakirin de civak êdî nikare bêhna xwe bistîne û nikare mafên makeqanûnî yên sereke bi kar bîne û wiha got: “Di vê pergala çewt de parlementerên ku ji alîyê gel ve hatine hilbijartin tên derbkirin, meş û grev tên astengkirin, şaredar bi biryarên nîvê şevê ji peywirê tên girtin, meclîsên şaredarîyan tên feskirin û destûr nayê dayîn ku endamên wan bikevin şaredarîyan. Partîyên sîyasî, saziyên sîvîl, çapemenî û civak di bin zexteke mezin de tên girtin û gefên zîndankirinê li serokê muxalefetê tê xwarin. Yekemîn berpirsiyarê vê rewşê desthilatdariya siyasî ye lê beramberî kêmbûna piştevaniyê ya gel dîsa jî vê rewşa giran nabîne û li şûna vê yekê ji bona pihêtkirina desthilatdariya xwe ya stemkar bi qêrîn û awaza şer gavên ku herêmê û welêt têxe nav êgir, diavêje.”
‘ROJAVA JI BO TIRKIYÊ NEBÛYE TEHDÎT’
Îlîm destnîşan kir ku gelê Kurd, Ereb û Suryanî yên Rojava bi hezaran sal in cîranên me ne û li Tirkiyê bi milyonan hemnijadên wan hene û wiha domand: “Şêweyên rêveberiyê yên ku van gelan ji bo parastina axa xwe li dijî dagirkerîya DAIŞ'ê li Rojava çê kirine berevajî gotinên hikûmetê, heta niha ji bona Tirkiyê nebûye tehdîtek. Feraseta şer aşitî û aramiya li herêmê tehdît dike û baweriya biratiya gelan dişkêne. Ji ber vê dijminatiyê wê gelê me yê kedkar û cefakar tu feyde nebîne. Bi şer û pevçûnê wê gel zêdetir xizan bibe, wê li derve û hundir zêdetir rastî pêkûtiyan bê û wê azadî û mafên demokratîk bên bin pê kirin.”
‘TEKANE RÊYA AŞTIYÊ DEV JÊ BERDANA ŞER E’
Îlîm anî ziman ku li welêt û li herêmê tekane riya avakirina jiyaneke wekhev, dadmend, demokratîk û aştiyane ye û li derve û li hundirê welêt dev jê berdana polîtîkayên şer e. Îlîm got di serî de pirsgirêka kurd divê hemû pirsgirêk bi rêya aştî û gotûbêjê bên çareserkirin.
BANGA JI ŞER RE ‘NA’ LI WEKÎLAN HAT KIRIN
Îlîm da zanîn ku ew wekî Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê bang li hemû parlementeran dikin ku ji tezkereya şer re bêjin “na” û got: “Her wiha em hemû kesên ku li hemberî nijadperestiyê, mezheperestiyê disekinin û baweriya wan bi jiyaneke aştiyane heye vedixwînin ku li hemberî şer derkevin û ji bona aştiyê deng derxînin.”