WAN - Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Mirov û AzadiyÊ Mûrat Bozdemîr, di roja 51’emîn a Nobeta Demokrasiyê de axivî û bang li CHP’ê kir ku ji bo tezkereya şer bêjin na.
Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman a ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) vê hat destpêkirin, di roja 51’emîn de dewam kir. Nobet li ber avahiya Rêxistinê Partiyê ya Navçeya Rêya Armûşê hat lidarxistin. Parlamenterên HDP’ê , hevşaredar, Partiya Mirov û Azadiyê, Dayikên Aştiyê û gelek welatî tevlî çalakiyê bûn.
'KURT TENÊTIYA SEDSALAN DIJÎN’
Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Mirov û Azadiyê Mûrat Bozdemîr di çalakiyê de axivî. Bozdemîr, diyar kir ku kurd tenêtiya bi sedsalan dijîn û wiha axivî: “Ev tenêtî hin çaran li Rojava, hin caran li Kerkukê û hin caran jî li Efrînê hat jiyîn. Bi rojane qajqajiya şer bilind dibe û divê civak dengê xwe li dijî vê bilind bike. Em baş dizanîn ku pirsgirêka Kurd pirsgirêkek pir mezine. Ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêka vê derê ye. Ev pirsgirêkek giştiye. Werin em li dijî hemû şeran derkevin.”
'DIVÊ CHP JI TEZKEREYA ŞER RE BÊJE NA'
Bozdemîr, bang li CHP’ê jî kir û wiha bilêv kir: “Divê CHP ji tezkereya şer re bêje na. Divê civak jî ligel vê yekê li dijî şer derkeve. Em bang hemû beşan dikin ku li dijî şer derkevin.”