STENBOL – Rêveberên partiyên siyasî operasyonek muhtemel a li dijî Rojava wek tehdîta li dijî “siberoja gelan” nirxandin û hemû xwestin hêzên demokrasiyê li dijî şer helwesta xwe zelal bikin.
Nûnerên partiyên siyasî amadekariyên operasyonek muhtemel a li dijî Rojava nirxandin.
‘LAZIME EM LI DIJÎ ÎTÎFAQA FAŞÎST RAWESTIN’
Cîgirê Partiya Şoreşger Murat Pîrcan Yaratan diyar kir ku dewlta Tirk hemû kodên xwe li dijî dijminiya kurdan û destkeftiyên Rojava ava kiriye û wan dike hedefa xwe. Yaratan da zanîn ku tehdît û operasyon feraseta mêtingeriyê ye û got: “Em ê ji vê yekê re bibin asteng. Em ê vê pergala mêtinger teşhîr bikin. Ji bo em xwedî li destkeftiyên Rojava û gelê kurd derkevin werin em li dijî vê tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê bibin mertal.”
‘PÊWÎSTE HEMÛ HÊZÊN DEMOKRASIYÊ LI DIJ DERKEVIN’
Hevseroka Partiya Avakirina Ji Nûve ya Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce jî da zanîn ku Pergala Hikumetê ya Serokkomariyê ya ucube êdî nikare xwe birêve bibe û carek din makîneya şer dide xebitandin û got: “Ji bo ku hikumeta AKP’ê xwe li ser pêya bigire her tim siyaseta şer didomîne. Şerê li dijî Rojava li dijî îrade û destkeftiyên gelê kurd e. Pêwîste hemû hêzên demokrasiyê li dijî şer derkevin û helwesta xwe zelal bikin.”
‘TENÊ ÊRÎŞEK NE LI DIJÎ GELÊ KURD E’
Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglu jî anî ziman ku Serokkomar Erdogan dixwaze bi dijminî û siyaseta şer a li dijî gelê kurd îktîdara xwe qewîm bike û got: “Efrîn talan kirin niha jî dixwazin tevahiya Rojava serûbin bikin. Ev hewldanên dagirkeriyê tenê ne li dijî gelê kurd e li dijî hemû gelan e. Divê ku em nehêlin fatûreya xwe şer li ser kurdan bibire.”
‘WÊ TU FEYDEYÊ NEYNE’
Seroka Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) Selma Gurkan jî diyar kir ku hemû biryarên dewleta Tirk ên ji bo Rojava şaş in û got: “Wê operasyonek wiha tu feydeyê nede gelên herêmê. Wê ev operasyon siberoja kedkar û karkerên Tirkiyeyê jî tehdît bike. Heke operasyonek neyê çareserkirin dê bibe sedemê bêtir kurkirina pirsgirêka kurd.”
‘WEK TEHDÎDA EWLEHIYA NETEWÎ DA NÎŞANDAN’
Cîgirê Seroka Giştî ya EMEP’ê û parlamenterê berê yê HDP’ê Levent Tuzel jî got Serokkomar Erdogan pêdivî bi “çîroka lehengiyek nû” dîtiye. Tuzel got: “Tengaviya polîtîkaya li hundir ku pêk anîn wek tehdîda ewlehiya netewî dan nîşandan. Ji ber wê yekê dixwazin êrîşî Rojava bikin. Li gorî daxuyaniyên Amerîka û li hevkirina wan li gel Tirkiyeyê tê xuyakirin ku dê operasyonek eskerî bidin destpêkirin. Helwesta muxalefetê ya CHP’ê jî helwestên şaş in. Amerîka rexne dikin lê li dijî operasyonê tu îtîrazek wan çênabe. Divê CHP polîtîkayek û siyasetek aştiyane birêve bibe.”