RIHA - Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ji ber operasyona muhtemel a li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mîhricana Îsotan paşde xist.
Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê b daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ji ber operasyona muhtemel a li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê "Mîhricana Tehm û Îsotan a Rihayê" hatiye taloqkirin. Daxuyaniya şaredariyê wiha ye: "Piştî daxuyaniya "Operasyona Sûriyeyê dibe ku her kêlî dest pê bike" ya Serokkomarê me Recep Tayyîp Erdogan, ji ber gengaziya operasyonê ya her kêliyê, me jî "Mîhricana Tehm û Îsotan a Rihayê" ku dê di navbera 11-13'ê Cotmehê de bihata lidarxistin, taloqî demeke pêş kir."