STENBOL – Dr. Nesrîn Nas daxuyaniyên operasyonek muhtemel a li dijî Rojava nirxand û îktîdar dixwaze pirsgirêkên heyî ji nedîtî ve were, muxalefetê bêdeng bike û got: “Pêdiviya wan bi amûrek şer heye.”
Seroka Giştî ya berê ya Partiya Anavatanê û aborînas Dr. Nesrîn operasyonek muhtemel a li dijî Rojava ku amadekariyên wê tê kirin nirxand. Nas daxuyaniyên Trump bi bîr xist û got: “Heke Tirkiye bikeve Rojava wê carek din ji wir bi hêsanî dernekeve. Heta îro ji wir tehdîtek nehatiye. Niha jî dixwazin pirsgirêka penaberan bixin dewrê. Rastiya vê yekê tune. Yekîtiya Ewrûpa jî daxuyand ku li dijî vê yekê ye. Neteweyên Yekbûyî jî hişyariya dê sivîl zirar bibînin da.”
'WÊ JI NAVA ÇIRAVÊ DERNEKEVE’
Nas diyar kir ku Trump di heman demê de ji Erdogan re dibêje “Dernekevin sînorên me diyar kiriye” û wiha got: “Yên Trump bi îxanetê sûcdar dikin hene. Di vî warî de têketina Bakurê Sûriyeyê wê wiha ne rehet be. Wê ji nav dernekeve û bikeve çiravê. Wê ev gav herêmê ber bi bêîstîkrariyê ve bibe.”
‘TÊ MANEYA JI NÛVE ZINDÎKIRINA DAIŞ’Ê’
Nas gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Bi hevrû mayîna Hêsên Sûriyeya Demokratîk û Tirkiyeyê tê maneya ku DAIŞ ji nûve zindî bibe. Dinya jî vê rewşê qebûl nake. Niha Amerîka ji Tirkiyeyê re dibêje ‘DAIŞ problema te ye çi halê te heye bibîne.’ Heke destwerdanek eskerî pêk were dê Tirkiye ji aliyê rewşa aborî ve feqîr bibe. Îktîdar bi operasyonek muhtemel a li dijî Rojava dixwaze pirsgirêkên heyî ji nedîtî ve were û muxalefetê bêdeng bike. Pêdiviya wan bi amûrek şer heye. Ez hêvîdarim dê Enqere nekeve xeletiyek wiha mezin.”