MÊRSÎN – 14 hunermendên NÇM’ê yên li Mêrsînê hatin binçavkirin hatin berdan.
14 hunermenên Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) ku di 24’ê Mijdarê de li Mêrsînê hatibûn binçavkirin, piştî îfadeyên li müdüriyet polîsan sewqî edliyeyê hatin kirin. Dozgeriyê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” bi daxwaza girtinê hunermandan sewqî dadweriya lêpirsînê kir. Dadweriyê bi şertê venêrîna edlî biryara berdana Arif Adalı, Gulistan Turan, Seyhan Yildirimli, Savaş Bozkurt, Selahattin Akin, Songul Eriş, Hivda Gokel, Mehmet Aykut, Hebun Yuksekbag, Sibel Ozer Karaca , Rustem Sonmez, Umut Sercan Demir, Fatma Uslu û Nursel Akşin da.