STENBOL – Nivîskar û lêklîner Fîkret Başkaya, diyar kir ku piştî derxistina Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan a ji Sûriyeyê û radestkirina Tirkiyeyê, geşedanên li Rojhilata Navîn hatin guhertin û wiha got: “Êdî li cîhanê tu hêz bêyî ku Kurdan tev li hesaban bike, nikare li Rojhilata Navîn planan bike. Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan jî anî ziman ku perçekirin û pûçkirina komployê deynê stuyê wan e."
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 21 sal berê di 9'ê Cotmeha 1998'an de ji Sûriyeyê hat derxistin. Di 15'ê Sibatê de radestî Tirkiyeyê hat kirin û 20 salin bi tena serê xwe di yek hucreyê de li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di tecrîdkirî tê girtin. Hêzên navneteweyî ku Ocalan ji Sûriyeyê derxistin û radestî Tirkiyeyê kirin planên wan ên li Rojhilata Navîn li hev nehatin. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî DAIŞ'ê şerekî dijwar da. DAIŞ dîsa bi destê Tirkiye dixwaze herêmê bike hedef. Têkildarî derxistina Ocalan a ji Sûriyeyê û geşedanên li Rojhilata Navîn pêş dikevin Nivîskar û lêkolîner Doç. Dr. Fikret Başkaya û Parlamenterê HDP'ê Omer Ocalan nirxandin kir.
Başkaya, bal kişand ser helwesta dewletan a komploya navneteweyî û wiha got: "Sedema dewletan a yekemîn, naxwazin Ocalan wekî fîgurekî siyasî, rêberekî siyasî bibînin. Ger ku wekî rêberekî siyasî dîtibûna nekarîbûn daxwaza wî ya stariya li welatan red bikin. Ya din jî di navbera dewletên burjuva de îtifaqek vekirî heye. Dewlet her dem nûnertiya hev dikin û mafê hev diparêzin. Her çend nav neyê lekirin jî di encamê de dikare wekî komplo bê hesibandin. Dema em li piştî bûyerê binerin em dibînin ku Kurd Ocalan wekî aktorê polîtîk û siyasî dibînin. Dîsa ji ber rola Kurdan a DAIŞ têk birin, hebûna wan bêtir zexm kir. Siyaseta li Rojhilata Navîn pêş dikeve êdî nîşan dide ku ger Kurd esas nayên girtin nikarin planên xwe pêk bînin. Bêyî Kurdan êdî nikarin gavan bavêjin. Êdî bi tunekirin û nenaskirina Kurdan polîtîka pêş nakeve."
Başkaya, anî ziman ku di ser komployê re 21 sal derbas bûn û wiha axivî: "Li Rojhilata Navîn di nava 21 salan de gelek tişt hatin guhertin. Bi taybetî destkeftiyên li Rojava bû hêvî ji bo gelên Rojhilata Navîn û wiha axivî: “Netew Dewlet berhema kapîtalizmê ye. Niha kapitalizm temenê xwe tijî dike. Potansiyela xwe xelas kirin. Burjuva krîza xwe ya herî dawî dijî. Êdî her tişt wekî berê pêş nakeve. Piştî Ocalan anîn Tirkiye gelek pirsgirêk pêş ketin. Dîsa li herêmê pirsgirêk pêş ketin. Hevsengiyên polîtîk hatin guhertin. Rojhilata Navîn rastî êrîşên hovane yên emperyalist hatin. Hemû tor û ruhê civakî li Rojhilata Navîn perçe bû û belav bû. Li Rojhilata Navîn wêranî pêş ket.
Li Tirtiyeyeyê, di helwesta rejîmê de li diji pirsgirêka Kurd tu guhertin çênebû. Lê hêjmara kesên ku êdî ferq dikin ku pirsgirêk bi çekan û şer çareser nabe zêde bûye.
OMER OCALAN: HESABÊ WAN HEV NEGIRT
Parlamenterê HDP'ê yê Ruhayê Omer Ocalan jî diyar kir ku planên li ser Rêberê PKK'ê kirin hev negirt û wiha got: "Xwestin têkoşîna gelê Kurd bi dawî bikin. Lê têkoşîna gelê Kurd didome. Xwestin di sedsala 21'an de Rojhilata Navîn ji nûve li gorî xwe saz bikin. Xwestin gelan li hemberî hev bidin şerkirin. Xwestin kurdan li dervê sînor bihêlin. Le hêzên ku li dijî Ocalan komplo amade kir, hesabê wan û malê li hev derneket. Hesabê wan li hev nehat. Têkoşîna gelê Kurd her ku çû mezin bû. Kurd li Rojhilata Navîn bûn aktorê sereke. Hêzên serdest hêj bi israr dixwazin li herêmê şerê Kurd û Tirkan pêş bixin. Lê Rêberê PKK'ê ev hişkar kir. Birêz Ocalan , hem di hevdîtina heyetan de û hem jî di hevdîtina parêzeran de bi taybetî bal kişand ser tifaqa Kurd û Tirkan û xwest ev tifaq bê xurtkirin. Diyar kir ku di nava Kurd û Tirkan de bi sedan salan yekîtiyek heye. Xwest pirsgirêkê bi rêbazên demokratik çareser bikin. Xwest bi siyaseta demokratîk pirsgirêkê çareser bikin. Birêz Ocalan di vê mijarê de her dem hêza nerm pêşniyar kir. Xwest her tişt bi firk û siyasetê bê çareserkirin. Diyar kir ku êdî siyaseta li ser Tirkperestiyê pêş bikeve encam nagire û rêya sêyemîn a çareseriyê pêşniyar kir. Gur ku Tirkiye li Rojhilata Navîn piştgirî dabûya Kurdan, ger ku yekîtiya Kurd û Tirkan xurt kiribûya, wê niha Tirkiye di nava Rojhilata Navîn de bibûya welatê model û mînak. Lê îktîdar bi her awayî êrîşî gelê Kurd û nirxên gelê Kurd dike. Bi komploya 9'ê Cotmehê di şexsê Ocalan de xwest hemû gelê Kurd perçe û tune bike. Têkbirina vê komployê deynê sutuyê me ye." DAWÎ
MA / Erdogan Alayumat -Bariş Ceyhan