MÊRDÎN - Selahattîn Bayhan ê duh li Nisêbînê cismek di destê wî de teqiya û bi giranî birîndar bû, xeteriya wî ya jiyanê dewam dike.
Li Taxa 8’ê Adarê ya navçeya Nisêbin a Mêrdînê, şivanê 56 salî Selahattîn Bayhan ê di erazî de sewalên xwe diçêrandin, duh cismeke ku li erdê dît di destê wî de teqiya û bi giranî birîndar bûbû. Piştî teqînê ekîbên tenduristiyê û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Bayhan ê ji her du destên xwe û zikê xwe birîndar bû, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê.
Bayhan piştî mudaxileya dest pê kê ya li vê derê duh bi şev sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê hat kirin. Hat diyar kirin ku xeteriya jiyana Bayhan dewam dike.