KCD'ê xwest hemû rêxistin û partî li dijî operasyona dersînor li qadan bertekên xwe bînin ziman

  • rojane
  • 09:48 8 Cotmeh 2019
  • |
img

AMED - Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), diyar kir ku êrîşa li dijî Rojava, ji êrîşên li dijî deskeftiyên li 4 perçeyan Kurdistanê ne serbixwe ye û wiha got: "Ji ber vê sedemê, tevahî gelên me yên li 4 perçeyên Kurdistanê, Partiyên Siyasî, Rêxistinên Saziyên Sivîl bi awayekî seferberî divê li dijî dagirkeriya faşîzma AKP-MHP'ê bi rûhê Yekîtiya Netewî û Piştevaniya di asta herî jor de li hemû qadan bertek û nerazîbûna xwe bide nîşan." 

Kongreya Civiaka Demokratîk (KCD)  li dijî hewldanên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û hikûmeta AKP'ê ku dixwaze li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê operasyona eskerî pêk bîne, daxuyanî da. Daxuyaniya KCD'ê wiha ye: 
 
"Faşîzma dagirkerî û politikaya belavbûnê ya  ku tifaqa AKP-MHP dixwaze li  Kurdistanê pêşxe hatiye merhaleyeke  nû û veguheriye pêvajoyek gelek bi talûke. Ji bo dagirkirina Rojava, qirkirin û koçberkirina li dijî Kurdan bi mehane bi awayekî psikolojik, dîplomatîk, siyasî û leşkeri bingehek tê amadekirin. Tifaqa faşîst AKP-MHP dixwaze bi dagirkirina Rojava, penaberên ku koçî Tirkiye kirine bicih bike û demografiya herêmê biguherîne û zêdetirî wê armanc dike ku tevahî  deskeftiyên gelên Sûriyeyê ji holê rake.
 
Divê ev dagirkerî û tevgera qirkirinê careke din ji hêla Neteweyên Yekbûyî, DYA, Yekîtiya Ewropa, Raya Giştî ya Cîhanê û Rêxistinên Sivîl û hiqûqî ve di serî de di çerçoveya hiqûqa gerdûnî, siyasî, civakî, exlaqî, psîkolojîk û encamên wê yên leşkerî ve bê nirxandin û divê gef û talûkeya wê ya ji bo tevahî mirovahiyê baş bê xwendin.
 
Tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê ku bi destê Dewleta TC’yê rêve dibe, Ji bilî îstîla, dagirkerî û dijminahiya li hemberî Kurdan, Divê aliyê wê yê ku di serî de deskeftiyên gelê Kurd û tevahî gelên Sûriye ku bi şehitdayina hezaran, brîndarbûyîna sedhezaran û têkoşîna ji bo parastina rûmeta mirovahiyê li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê daye dixwaze careke din zindî bike bê nirxandin û dîtin.
 
KURDAN JI BO PARASTINA MIROVAHIYÊ DEH HEZAR ZAROKÊN XWE FEDA KIRINE
 
Di vê xala çerxerêya girîng a dirokê de, ev hewl û gefên dagirkeriyê, gelên Rojhilata Navîn û tevahî Mirovahiyê bi azmûn û helwestek exlaqî re beramber dihêle. Gelê Kurd ji bo parastina nirx û rûmeta tevahî mirovahiyê û jiyana xwe bixe binê ewlehiyê li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê ku dîrokê jê re şahidî kiriye şer û berxwedana parastina mirovahiyê meşandiye. Ji bo parastina mirovahiyê deh hezaran zarokên xwe feda kiriye û şehît daye.
 
Raya Giştî ya Cîhanê divê li hemberî vê yekî careke din bifikire û li hemberî talûkeya dagirkirin û qirkirina ku gelê Kurd pê re rû bi rû maye erka xwe ya mirovî û helwesta xwe ya exlaqî deyne holê. 
Vekişandina Hêzên Koalîsyona ku serkêşiya wê DYA dike tê wateya destûrdayîna dagirkirina dewleta Tirk. DYA bi vê biryara vekişandinê ne tenê ku peywir û erka xwe ya li hemberî Kurdan bicîh nîne, ev yek dê li ber zîndîbûna çeteyên DAÎŞ’ê ku li hemberî mirovahiyê gefeke bi talûkeye jî  rê veke.
 
EV ÊRÎŞA DAGIRKERIYÊ DÊ WÊ BÊTIR BIKIŞÎNE NAVA ÇIRAVÊ 
 
Faşîzma AKP-MHP ku her roj piştgiriya xwe ya civakê winda dike, ji krîza aboriyê ku nekarî xilas bibe, tenê maye, li ber belavbûnê ye, nekarî rêve bibe û berbi çiravê ve diçe, dagirkirina Rojava xistiye rojeva xwe. Dixwaze bi guhertina rojevê, piştgiriya neteweperestan bigire û ji vê rewşa kambax xilas bibe. Lê bila bê zanîn ku ev êrîşa dagirkeriyê dê wê hê bêhtir bikêşe nava çiravê û dê dawîhatina wî lezgîntir bike.
Divê tevahî gelên Tirkiye’yê li hemberî polîtîkayên dijminahî ku li hemberî Kurdan tê meşandin bibe xwedî helwest.  Polîtîkayên şer li dijî demokratîkbûn û aramiya gelê Tirkiye’yê astengiya herî mezin e. Kurdên li 4 perçeyên Kurdistanê dijîn tu demî li hemberî Tirkiye’yê nebûne gef û talûke. Gelê Kurd armanc dike di serî de bi gelên Tirkiye û gelên Rojhilata Navîn  re jiyanake di nava aramî û aştiyê de ava bike û bijî. Li hemberî vê rastiyê, ji bo Tirkiye hê bêhtir nekeve çiravê û dengderxistina li dijî ŞER û DAGIRKERIYÊ, Em di serî de BANG li tevahî gelên Tirkiye, Partiyên Siyasî, Rêxistinên Saziyên Sivîl, kesên ku ji gelên xwe hez dike û nirxên demokrasiyê diparêze dikin û dixwazin dengê xwe bilind bikin.
 
LI HEMÛ QADAN BERTEKÊN XWE BIDIN NÎŞAN
 
Êrîşa li dijî Rojava, ji êrîşên li dijî deskeftiyên li 4 perçeyan Kurdistanê ne serbixwe ye. Ji ber vê sedemê, tevahî gelên me yên li 4 perçeyên Kurdistanê, Partiyên Siyasî, Rêxistinên Saziyên Sivîl bi awayekî seferberî divê li dijî dagirkeriya faşîzma AKP-MHP'ê bi rûhê Yekîtiya Netewî û Piştevaniya di asta herî jor de li hemû qadan bertek û nerazîbûna xwe bide nîşan. Divê dema dîrokî de helwesta Netewî neyê nîşandan, divê rastiya tevahî deskeftiyên gelê me di bin talûkê de ye bê dîtin.
 
 Di ronahiya van rastiyan de; Em dixwazin Koalîsyona ku serkêşiya wê DYA dike biryara xwe ya şûnve vekişandinê careke din di ber çavan re derbas bike, li hemberî qirkirina li dijî gelê Kurd li gel wan cih bigire, Raya Giştî ya Cîhanê, gelên Tirkiye û Sûriye’yê û gelê Kurd ên li 4 perçeyên Kurdistanê bi rûhê seferberiyê li dijî şer û dagirkeriyê di nav piştevaniya gelê Rojava de be. Em bawer dikin ku dê Hêzên Sûriye’ya Demokratîk (HSD) ku dê piştgiriya Raya Giştî ya Cîhanê, gelên Tirkiye û Sûriye’yê bibîne hewlên dagirkeriyê vala derxîne.
 
Kongreya Civaka Dekmokratîk."  
 

Sernavên din

09/10/2019
10:52 Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê seferberî îlan kir
10:48 'Butçeya ji bo şer divê ji bo pêşketina welat were xerckirin’
10:46 Senator Graham: Ji bo ketina Sûriyeyê we destûr negirtiye
10:28 Rêxistinên rojnamegeran: Heta TMK neyê guhertin dê rojnameger bên girtin
10:27 HDP'iyên hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:13 Divê komkujiya 10'ê Cotmehê sûcê li dijî mirovahiyê bê qebûlkirin
10:04 Bozgeyîk: Divê gelên Sûriyeyê biryara siberoja Sûriyeyê bidin
09:48 Partiyên Kurdistanî li dijî şer banga yekîtiyê kirin
09:48 KCD: Li dijî şer dengê xwe bilind bikin
09:15 Nexweş: 3 meh in li baxçeyê nexweşxaneyê radizê
Nexweş: Saet di 2'ê şevê de randevû dan min
09:11 Dadgeh: TMK, sînoran datîne ber azadiya fikr û ramanê
09:10 Xwişka Mûstafa Koçakê di rojiya mirinê de: Em dixwazin bijî
09:10 Kezeba girtiyê nexweş Zerdeşt Odûncû xera bûye
09:09 Bi mîtînga ku beşdar nebûyê hat tawanbarkirin û paşê hat îxrackirin
09:08 'Ger wisa bidome wê ne heywan ne jî goşt bimîne'
09:00 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2019'AN
08/10/2019
23:17 Sewqiyata wesayîtên leşkerî ya ber bi binkeya leşkerî ve didome
23:09 Pentagon: Me leşkerên xwe ji qada operasyonê derxistin
16:27 23 sal cezayê girtîgehê li bersûcê îstîsmara zaroka astengdar birî
15:48 Eşîrên Hesekê li dijî plana operasyonê ya Tirkiyê seferberî ragihandin
15:46 TJA'yê banga Yekitiya Neteweyî kir
15:36 Ji Sûriyeyê daxuyanî: Em ê destûrê nedin dagirkeriyê
15:18 'Alemê têkoşîna Kurdan a li dijî DAIŞ'ê dît, lê we nedît'
15:05 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Ji şer re bêjin ‘na’
15:02 Çapemeniya DYA: Erdogan xwest berpirsiyariya DAIŞ'ê bide ser xwe
14:56 Ahmet Turk hişyar kir: Tirkiyeyê ber bi çiravê ve dibin
14:30 Ji Nobeta Demokrasiyê bangî CHP’ê kirin: Ji bo tezkereya şer bêjin na
14:27 Nerazîbûna li dijî operasyona eskerî: Operasyon li dijî destkeftiyên gelê kurd e
14:15 Li Hezoyê 70 penaber hatin girtin
14:13 Ji bo xeta ser sînor sewqiyeta eskerî
14:04 Operasyonê Mîhricana Îsotan paşde xist
13:48 Dayikên Aştiyê yên xwestin biçin Enqereyê hatin astengkirin
13:44 Ji Temellî banga navneteweyî: Li dijî polîtîkayên şer ên Erdogan derin
13:43 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:32 Barzanî têkildarî Rojava: Em pir bi fikarin
13:27 Nas: Pêdiviya wan bi şer heye
13:02 ESP: Em şoreşa Rojava biparêzin
12:37 Mazlûm Ebdî: Çav û guh lê kirina girtiyên DAIŞ'ê êdî pêşaniya me ya duyemîn e
12:17 Danişîna doza Parka Gezî dest pê kir
11:44 Pirsûsiyan: Ger operasyon çêbe, rewşa me wê ji serdema êrîşên DAIŞ’ê xerabtir bibe
11:27 8 kesên li Şirnexê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:26 Banga bîranîna Komkujiya 10'ê Cotmehê hat kirin
11:12 Îranê pêşniyara Mutabaqata Edeneyê li Tirkiyeyê kir
11:09 Başkaya: Heta kurdan tev li hesab nekin nikarin li Rojhilata Navîn planan çêkin
11:02 Pekoz: Operasyon wê encamên xerab bi xwe re bîne
10:57 Kesê ku di teqînê de bi giranî birîndar bû, xeteriya wî ya jiyanê didome
10:51 Di manşetên rojnameyan de şerê Sûriyeyê: neçareserî û çirav
10:45 MYK’a HDP’ê ji bo rojeva Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dicive
10:11 Thornberry: Daxuyaniya Koşka Spî xiyaneta li dijî fedakariya kurdan e
09:58 'Ajokar û plakeya maşîna zirxî ya Efe kuşt hêj diyar nebûye'
09:48 KCD'ê xwest hemû rêxistin û partî li dijî operasyona dersînor li qadan bertekên xwe bînin ziman
09:43 Polisan li Edeneyê 6 kesan binçav kir
09:42 Dolar teqil li xwe xist: 5.85 TL
09:23 Di bin navê 'bexş'ê de bi zorê pereyan ji ajovanan distînin!
09:22 Nobeta Av û Wijdanê di roja 75'an de ye: Têkoşîna ji bo jiyanê
09:20 Dayika Gûrbetellî Ersoz: Li tevahiya axa welatê xwe li wan digerim
09:19 'Erdogan ji bo qoltixa xwe êrîşî Sûriyeyê dike'
09:18 Li mehserên Licê duxan bi sîtilan ket
09:16 Karkerên Sînboyê: Hêj meaşê me tev nedane
09:00 ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2019'AN
07/10/2019
19:21 Waliyê Rihayê ji şêniyên li 4 taxên Serêkaniyê xwest malan vala bikin
16:53 Hîllary Clînton: Biryara Trump îxaneteke dil xelandinê ye
16:40 Ji bo bîranîna GAR'a ya 10'ê Cotmehê bang
16:21 ÎHD: Divê mirina Nadîra Kadîrova bê ronîkirin
16:15 Ji ber kurdbûna xwe hatibû derpkirin rapora derbkirinê negirt
15:16 Olûç: Îktîdara wan ku diheje dixwazin bi Sûriyê qehîm bikin
15:06 Ji bo Demîrtaş salek û 3 meh cezayê girtîgehê birîn
15:00 Sarisaç: Tişta DAIŞ'ê nekarîbû bike Erdogan dixwaze bike
14:56 Dildarên Çiyayên Kazê wê di 10'ê Cotmehê de meşa xwe berdewam bikin
14:45 Nobeta Demokrasiyê 50 rojin dewam dike
14:00 Dundar: Vê îktîdarê aqilê xwe xwariye
13:42 QSD: Piştî vekişîna hêzên Koalîsyonê, rejîm bi piştgiriya Rûsyayê berê xwe da Minbicê
13:37 TJA’yê li Êlihê bernameya xwe ya meha Cotmehê aşkere kir
13:08 McGurk: Trump şaşiyên kambax dubare dike
12:46 MKGP: Em rojnamegerên jin ên Kurd rêwitiya heqîqetê didomînin
12:45 NY: Em nizanin wê çi bibe
12:27 Gelê Cizîrê ber bi Serêkaniyê ve dimeş e
12:18 KNK'ê banga seferberiyê kir
12:18 Pitika 3 mehî binçav kirin
12:16 Di çapemeniya cîhanê de bertekên li dijî vekişîna DYA'yê
11:57 Hêzên Koalîsyonê baregehên xwe yên Serêkaniyê vale kirin
11:43 Li Çinarê qezaya trafîkê: 2 kes mirin û 4 kes birîndar bûn
11:41 Rayedarên Tirkiyeyê sînyala operasyonê dan
11:40 Koçalî: DAIŞ'ê li herêma Kurdan bicih nekin
11:22 Li Rihayê perwerdekaran 5'ê Cotmehê bi konsera Bajar pîroz kir
11:13 Duh ceyran û xaz, îro pir û rê zem kirin
11:12 Meclîsa Leşkeri ya Girê Spî: Ger Tirkiye peymanê binpê bike, em ê gelê xwe biparêzin
10:42 QSD: Êrîşên Tirkiyeyê wê bandorek mezin li îstikrar û şerê li dijî DAIŞ`ê bike
10:30 Di sedsala 21'emîn de nêzîkatiya li hemberî Ocalan û encamên wê -3
Bayrak: Ji bo komplo bê famkirin divê mirov li dîroka Kurdan binere
09:43 Der barê wekilê HDP’ê de fezekeya ‘moral û motivasyonê’
09:43 Serokê Baroya Mêrdînê yê nû hat hilbijartin
09:42 Mem Ararat konserek bêhempa li dar xist
09:42 Li Panosê zilamekî hevjîn û keça xwe kuşt
09:19 Welatiyên Amedê: Li şûna HDP’ê divê hemû dayik li ber Meclîsê kom bibin
09:15 Serokê JMO’yê Alan: Tedbîra jiyana însanan ne di xema pergalê de ye
09:15 Karkerên qeyûm dê û keça xwe dizek derketin
09:13 Navenda Jiyanê ya Jinan dest bi xizmetê kir
09:10 ‘Medya her dîmenê şidetê bikar tîne şidet zêde dibe’
09:09 Wekîla Elman Luhman: Qeyûm di rojeva Ewrûpayê de ne
09:08 Bijîşk Sayyigît ê hat îxrackirin: OHAL neqediyaye didome