EDENE - Polisan li Edeneyê bi ser malan de girt û 6 kes binçav kirin.
Polisan li Edeneyê di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê ve hatibû destpêkirin, bi ser gelek malan de girt û 6 kesan binçav kir. Sedema binçavkirinê nehat zanîn û polisan kesên binçavkirî birin Miduriyeta Polisan a Edeneyê.