ŞIRNEX - Li Silopiyayê, di bin navê "bexşê" de ji her wesayîta ku dikeve Parka TIR'ê 5 TL tê stendin. Ajovanan, bilêv kir ku ji ber ev pere ji bo qulûbên sporê tê berhevkirin, divê ji kesên dixwazin bidin bê berhevkirin.
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê, di bin navê bexşê de ji her wesayîta ku dikeve Parka TIR'ê 5 TL tê stendin. Parka navbirî di bin banê Îdareya Taybet a Bajêr de ye. Hat hînbûn ku ev pere di bin navê "Komeleya Destekirin û Pêşxistina Qulûbên Sporê yên Profesyonel û Amator" de tê berhevkirin. Serokê vê komeleyê Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Şirnexê Osman Gelîş e. Her wiha hat hînbûn ku heta niha bi vî awayî zêdetirî milyon û 500 hezar lîre pere hatiye berhevkirin.
Ajovanên wesayîtan bertek nîşan dan.
'BI ZORÊ DISTÎNIN'
Ajovan Bozan Solmaz, anî ziman ku mehê 3 caran wesayîta xwe dibe parkê. Solmaz, da zanîn ku di nav rojê de zêdetirî hezar wesayît dikevin parkê û got: "Em nizanin ev pere diçe kuderê. Bi zorê distînin. Gava tu nedî, karta te nadin xwendin û nahêlin tu derkevî." Solmaz, bilêv kir ku ev vê yekê qebûl nakin û got: "Navê wê 'bexş' e, lê bi zorê distînin. Kî bixweze ê bide, kî nexwaze nedae. Bila ji dewlemendan bistînin."
'KARÊ MAFYAYÎ'
Ajovan Saît Ozen jî diyar kir ku mehê 4 caran tê parkê û got: "Em naxwazin em vî pereyî bidin. Eger ji bo feqîran bûna me yê bidana. Çi karê me bi qulûbên sporê re heye. Ev karekî mafyayî ye. Madem bexş e, çima dibêjin 'illem tu yê bidî'?"
Têkildarî mijarê me hevdîtin bi Serokê ODeya Bazirganî û Pîşesaziyê Osman Gelîş re çê kir. Gelîş, parast kir ku tiştên bi vî rengî li gelek deveran hene. Gelîş, diyar kir ku di parkên gumrukê û Zaxoyê de zêdetir tê stendin û got, pereyê tê berhevkirin ji bo xwnedekarên bajêr, qulûbên sporê û astengdaran tê xerckirin.