WAN - Waniyan, bilêv kir ku operasyona li hemberî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şerê Erdogan ê qoltixê ye û gotin, wê ev şer ji xeynî mirin û komkujiyê bi kêrî tiştekî neyê û wê li hemberî vî şerî bêdeng nemînin.
Waniyan, bertek nîşanî amadekariyên Tirkiyeyê yên ji bo operasyona li hemberî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û gotin, Erdogan ji bo qoltixa xwe saxlem bike biryareke bi vî rengî girtiye. Welatiyan anî ziman ku bi vî şerî welat ber bi şerekî bêdawî ve tê beralîkirin û gotin, ew ê li hemberî vî şerî bêdeng nemînin.
'WÊ ŞEREKÎ MEZIN DEST PÊ BIKE'
Omer Cîntan, got: "Eger Tirkiye tkeve Sûriyeyê wê şerekî mezin dest pê bike. Bi darê zorê ketina welatekî din tê wateya mirina mirovan. Em kurd naxwazin kes bimire. Eger Tirkiye têkeve Sûriyeyê wê bi hezaran mirov koçber bibin. Ma qey li dawiya wê nafikre? Ma heqekî wê heye ku êrîşî axa welatekî din bike? Wê ev zilm heta kengî bidome? Şer ne serketin e, poşmaniyê bi xwe re tîne."
Mîhrîban Ece jî, destnîşan kir ku Erdogan bi vî şerî dixwaze qoltixa xwe saxlem bike û got: "Ma mirov meseleya xwe ya navmalî hele nekin çawa dikare mudaxileyî welatekî din bike? Tu hêleke rast a vê biryarê tune ye. A rast Erdogan ji bo qoltixa xwe saxlem bike biryareke wiha girt. Ev polîtîkayeke pir şaş e. Mirovên li Tirkiyeyê jî destekê nadin vê êrîşê. Divê mirov li hemberî vê bêdeng nemînin."
'WÊ TIRKIYE NIKARIBE JI WÊ ÇIRAVÊ DERKEVE'
Cîhan Yayan jî got: "Tirkiye di pêvajoyeke pir giran re derbas dibe, îjar şerê wê yê li hemberî welatekî din dûrî aqila ye. Mudaxilekirina bi vî rengî ne karê me ye. Dawiya vî şerî ne diyar e. Wê Tirkiye têkeve çiraveke û wê nikaribe jê derkeve. Dibe bi gelek leşkeran biçe, lê wê bi ser nekeve."
'ŞER KOMKUJÎ YE'
Menaf Ûzûn jî bal kişand ser çewtiyên vê biryara navbirî û got: "Ev ne helwesteke baş e. Ji xwe Tirkiye di krîzê de ye. Wê bi vî şerî rewşa Tirkiyeyê xirabtir bibe. Şer, komkujî û mirin e. Ji dêvla şer divê pirsgirêk bi diyalogê bên çareserkirin."
Îrfan Bîlîr jî diyar kir ku ev biryar zirarê bide tevahiya gelan û got: "Ev şer ji xeynî zirarê bi kêrî tiştekî nayê. Tirkiye bila pêşî pirsgirêkên xwe yên navmalî hel bike."