STENBOL – Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi boneya bi muwekîlên xwe re hevdîtin pêk bînin cara 709’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Serlêdana parêzeran dîsa hat redkirin.
Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Ebru Gunay, Ozgur Faîk Erol û Îbrahîm Bîlmez bi boneya sibê bi muwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Bi vê serlêdanê re ji 27’ê Tîrmeha 2011’an vir ve bû 709 car parêzer ji bo bi miwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê pêk bînin, serlêdan pêk anîn. Serlêdana parêzeran 709 car e tê redkirin.
Heta niha serlêdanên parêzeran 709 caran bi hincetên “Muxalefeta hewayê”, “Koster xerabe ye”, “Keştî di tamîrê de ye” û "Rewşa Awarte" hatin astengkirin.