ENQERE - Ji bo Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş bi hinceta “Li dijî qanûna hejmara 2911’an mûxaliftî kirin” salek û 3 meh cezayê girtîgehê birîn.
Danişîna biryarê ya doza darbarê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahattîn Demîrtaş de bi hinceta “li dijî qanûna hejmara 2911’an mûxaliftî kirin” hatibû vekirin hat dîtin. Danişîn li 44’emîn Dadgeha Cezayê Eslî ya Enqerê hat dîtin.
Dadgehê di danişînê de salek û 3 meh cezayê girtîgehê li Demîrtaş birin. Dadgehê ceza taloq kir.