WAN - Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman a şaredariyan di roja 50'yî de berdewam kir. Di çalakiya li Wanê de amadekariyên operasyona li dijî Bakur û Rohilatê Suriyeyê şermezar kirin. Parlamenterê HDP'ê Murat Sarisaç, diyar kir ku tişta DAÎŞ'ê nîkaribû li Rojava bike îro Erdogan dixwaze bike."
Nobeta Demokrasiyê ku piştî tayînkirina qeyûman a Wezîrê Karên Hundir ve tayînî şaredariya Amed, Wan û Mêrdînê kir, hatiye destpêkirin di roja 50'yî de berdewam kir. Çalakiya ku li ber avahiya HDP'ê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê hat lidarxistin de, parlamenterê HDP'ê, Hevşaredarê Wanê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, Aktîvîstên Tevger Jinên Azad (TJA), hevşaredar, endamên meclisên şaredariyan û gelek welatî tevli bûn. Di çalakiya îro de parlamenter Murat Sarisaç axivî û bertek nîşanî amadekariyên oparasyona li dijî bakur û rojilatê Suriyeyê ku tê xwestin bê kirin da û got: "Tişta ku DAÎŞ'ê nîkaribû li Rojava bike îro Erdogan dixwaze bike. Bloka faşît ku ji bilî şer wêdetir tu tevgerekê nake dîsa şer îlan kir."
Piştî daxuyaniyê welatiyên tevli nobetê bûn dest bi çalakiya rûniştên kirin û bi dirûşmên "Bi berxwedanê em ê bi ser kevin", "Li dijî faşîzmê mil bidin hev" bi dawî bû.