ÊLIH - TJA’yê li Êlihê bernameya xwe ya meha Cotmehê aşkere kir. Aktivîsta TJA’yê Derya Aslan a bername aşkere kir, wiha got: “Emê bi şîara azadiyê têkoşîna jinan dewam bikin.”
Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya kampanyeya “Ji bo guhertinê tu jî rabe ser piyan” de bernameya xwe ya meha Cotmehê aşkere kir. Civîna çapemeniyê li Avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê hat lidarxistin û aktivîstên TJA’yê beşdar bûn. Aktîvîsta TJA’yê Derya Aslan, daxuyanî da û wiha got: “Bernameya meha Cotmehê ya kampanyayê, wê bibe meha perwerdê ya ji bo jinan. Ev meh wê ji bo jinan bibe meha perwerdê. Em ê di heman demê xebatên parastina çewherî û zayendiya civakî bi rêve bibin. Di meha Cotmehê de emê bi şîara azadiyê têkoşîna jinan dewam bikin.”
BERNAMEYA MEHA COTMEHÊ
Aslan, di axaftina xwe bernameya meha Cotmehê wiha rêz kir:
“Di 8’ê Cotmehê de li navçeya Hezoyê wê jin bên gelhev.
Di 10’ê Cotmehê de bi tevlîbûna Ayla Akat wê civîn bê lidarxistin.
Di 11’ê Cotmehê wê li Taxa Çamlica civîn bê lidarxistin.
Di 12’yê Cotmehê de wê li Taxa Gap civîn bê lidarxistin.
Di 13’ê Cotmehê de wê li Taxa 19’ê Gulanê civîn bê lidarxistin.
Di 14’ê Cotmehê de wê Taxa Cûdî civîn bê lidarxistin.
Di 21’ê Cotmehê de wê li Gundê Bleyder civîn bê lidarxistin.
Di 23’yê Cotmehê de wê li gundê Reşiye yê Heskîfê civîn bê lidarxistin.
Di 25’ê Cotmehê de wê li navenda navçeya Qubîn civîna jina azad bê lidarxistin.”
Aslan, da zanîn ku ewê di 28’ê Cotmehê de li Bajaroka Giresira çalakiya xwendina pirtûkan li dar bixin û di 31’ê Cotmehê de wê panelekê li dar bixin.