NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran kesên li herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî amadekariyên operasyona Tirkiyeyê û vekişandina Hêzên Koalîsyonê ya ji herêmê, ber bi bajarê Serêkaniyê ve dest bi meşê kirin.
Bi hezaran kes ji herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî amadekariyên operasyona Tirkiyeyê û paşve vekişandina Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya ji herêmê, ber bi bajarê Serêkaniyê ve dest bi meşê kirin. Cizîriyên li gundê Tîl Helef ê Serêkaniyê kom bûn, çûn gundên Tîl Erqem, gefên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û vekişandina Hêzên Koalîsyonê şermezar kirin.
Meş û şermezarkirina gel berdewam dike.