NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên Koalîsyona Navneteweyî piştî daxuyaniya Qesra Spî, dest bi vekişîna ser sînor kir û baregeha xwe ya li gundê Til Erqem a Serêkaniyê vale kir.
Qesra Spî, duh bi şev piştî hevdîtina telefonê ya Serokê Giştî yê AKP’ê Tayîp Erdogan û Serokê DYA’yê Donald Trûmp a derbarê operasyona li dijî Bakur û Rijhilatê Sûriyeyê de, daxuyanî da û got: “Tirkiye wê li dijî bakurê Sûriyeyê operasyonekê li dar bixe û hêzên DYA’yê wê li herêmê nebin.” Piştî daxuyaniyê Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya bi pêşengtiya DYA’yê li herêmê dimîn e, baregehên xwe yên li ser sînor vele kirin. Ev paşvekişandin hîna jî dewam dike.
Baregeha leşkerî ya li gundê Tîl Erqem a 10 kîlometre dûrî Serêkaniyê ye jî, bi hemû teçhîzatên xwe hat valekirin.