AMED - Li navçeya Çinarê di qezaya trafîkê ya rû da de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.
Li nêzî navçeya Çinarê ya li ser rêbejaya Amed û Mêrdînê qezaya trafîkê rû da. Di qezayê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.
Ekîbên tenduristiyê birîndar bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çinarê û dûre sewqî nexweşxaneyên Amedê hatin kirin. Cenazeyê 2 kesên jiyana xwe ji dest dan jî, ji bo otopsiyê birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Çinarê.