ENQERE – Wezîrê Karê Derve Mevlût Çavuşoglu têkildarî operasyonek muhtemel a li dijî Rojava got: “Em bi biryar in herêmê ji terorîstan paqij bikin û ewlehiya welatê xwe pêk bînin.” Berdevkê Serokkomariyê Îbrahîm Kalin jî bertek nîşanî destek nedayîna DYA’yê ya ji bo operasyonê da.
Qesra Spî ya Amerîkayê daxuyanî da û got dê di demek nêzîk de Tirkiye li dijî Rojava ango Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destwerdanê pêk bîne.
Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Mevlût Çavuşoglu têkildarî operasyonek muhtemel li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî da. Çavuşoglu wiha got: “Di destpêka krîza li Sûriyeyê me yekbûna axa vî welatî destek kir. Em ê ji niha şûn ve jî destek bikin. Em bi biryar in herêmê ji terorîstan paqij bikin û ewlehiya welatê xwe pêk bînin. Em ê li Sûriyeyê aramî, aştî û îstîkrarê temîn bikin.”
Berdevkê Serokkomariya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin jî li dijî daxuyaniya DYA’yê ya ku got dê destek nede operasyona muıhtemel a Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bertek nîşan da. Kalin îdia kir ku ew yekbûna Sûriyeyê diparêz in.
Berdevkê Ragihandina Serokkomariyê Fahrettîn Altun jî îdia kir ku heta ew aştî û aramiyê li Sûriyeyê tesîs bikin dê têkoşîna xwe dewam bikin û îşareta operasyonê da.