NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamger Fîlîz Koçalî, li ser hesabê medya bang li rayedarên îktîdarê kir û xwest tirkan nekin hincet û DAIŞ'ê li herêma Kurdan bicih nekin.
Rojnamger Fîlîz Koçalî, bi rêya medya civakî bal kişand ser amadekariyên operasyona di rojevê de û xwest ewlehiya tirkan nekin hincet û nekevin herêma Kurdan. Kocaalî di hesabê xwe yê twîterê de wiha got: "Ez Tirk im. Ewlehiya min nekin hincet û dest ji hewladan bicîhkirina DAIŞ'ê ya li herêma ku Kurd lê dijîn berdin. Herêma Kurdan dagir nekin û DAIŞ'ê lê bicih nekin. Qetilkirina kesên ku sînor ji DAIŞ'ê paqij kirin û herêmek ewle ava kirin, ji hiş û aqilên xwe derxin.