NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Mihemed Hac Mehmûd diyar kir ku ewê li gorî peymana mekanîzmaya ewlehiyê ya mîsogeriya ewlehiya sînor tev bigirin û tekez kir ku ger Tirkiye bendên peymanê binpê bike, weê gelê xwe biparêzin.
Asta gefên Tirkiyeyê yên dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevî pêkanîna QSD’ê ya peymana bi navbeynkariya DYA’yê ya bi Tirkiyeyê re têkildarî mekanîzmaya ewlehiyê ya garantiya ewlehiya sînorê Bakurê Sûriyeyê dewam dike jî, zêde dibin.
Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî Mihemed Hac Mehmûd derbarê gefên operasyonê yên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ji ANHA'yê re axivî û ev daxuyanî da. Mehmûd, di daxuyaniya da de wiha got: "Em wek Hêzên Meclisa Leşkerî ya Girê Spî li gorî bendên peymanê tev digerin û armanca me parastina ewlehî, aramiya herêmê ye û da ku tu zirar negihîje gelê herêmê."
Mihemed Hac Mehmûd tekez kir ku erka wan a sereke ewe ku ger Tirkiyeyê peymanê binpê bike, ewê gelê xwe biparêzin.