AGIRÎ - Li gundê Degirmenduzu yê navçeya Panosê zilamekî bi navê B.S. hevjîn û keça xwe kuşt.
Duh di saetên berê êvarê de li gundê Degirmenduzu yê navçeya Panosê ya Agiriyê, zilamê bi navê B.S (55) ku du caran zewiciye, piştî nîqaşekê hevjîna xwe S.S (50) kuşt. Paşê jî keça xwe ya zewicandî K.K (32) ku hewl da bikeve navbera wan jî kuşt û ji cihê bûyerê reviya.
Cenazeyê S.S û K.K ji bo ku ji bo otosiyê bişînin Saziya Tipa Edlî ya Erziromê, şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Panosê.