RIHA - Mahmut Ongor ê 11 rojan dibin çavan de ma û di 23’ê Mijdarê de hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T a Rihayê, bi hinceta îfadeya wî heye carek din birin Midûryeta Polîsan. Parêzer Mîkaîl Yavuz, diyar kir ku îfadeya muwekîlê wî bi îşkenceyê girtine û ev îşkence didome.
Mahmut Ongor ji bo xebatê çû Rihayê û li wir hat binçavkirin. Ongor piştî 11 rojan dibin çavan de ma, dadgehê bi îdîaya “Endamê Rêxistinê ye” biryara girtinê da û şandin Girtîgeha Tîpa T a Riha yê. Piştî 7 rojan bi hinceta îfadeya Ongor heye ji girtîgehê birin midûryeta polîsan a Şaxa TEM'ê.
Parêzerê Ongor Mîkaîl Yavuz, diyar kir ku muwekîlê wî 11 rojan li Şaxa TEM’ê rastî îşkencê hat û îşkenceta Fîlîstîn li wî kirin.Yavuz, da zanîn ku muwekîlê wî di 23’ê Mijdarê de hat girtin û wiha axivî: “ Polîsên Şaxa TEM’ê bi hinceta “Îfadeya wî dê bê girtin” Ongor ê 7 rojin di girtîgehê de, birine Midûryeta Polîsan. Tu delîlên ku muwekilê min bi “Endamtiya Rêxistinê” sûcdar bikin di destên wan de tune ne. Bi vê yekê îşkenceya li ser wî didomîn in.”