STENBOL – Serokê Desteya Rêveberiya JMO’yê Huseyîn Alan da zanîn ku ji erdheja mezin a Marmarayê ve tedbîr nehatine girtin û got: “Pergalek rantxwir heye û talanê pêk tîne. Jiyana însana ne di xema wan de ye.”
Li derdora navçeya Sîlîvrî ya Stenbolê di 26’ê îlonê de erdhejek bi pileya 5,8 rû da û sedema metirsiyek mezin. Vê erdhejê talûkeya erdheja sala 1999’an a li Marmarayê pêk hat bibîr xist. Pispor dibêjin ku ji roja erdheja 1999’an ve heta îro tu tedbîr nehatiye girtin û heke erdhejek mezin pêk were dê bandorek neyînî bike.
Serokê Desteya Rêveberiya Odeya Endezyarên Jeolojî (JMO) Huseyin Alan da zanîn ku ji 17’ê tebaxa 1999’an ve ku erdheja mezin ku navenda wê Golcuk bû û li tevahiya herêma Marmarayê pêk hat tu tedbîr nehatine girtin û li şûna li ser erdheja Stenbolê were axaftin lê rojevên bê bandor di rojeva destilatdariyê de ye.
‘DIVÊ XEBATEK HEVPAR PÊK WERE’
Alan da zanîn ku divê beriya erdhejek muhtemel a mezin lazime hemû sazî yekîtî ango hevkariya xwe ya kar ava bikin û ji bo kontrola binesazî û sersazî ji nûve kontrol bikin û divê xebatek ku rêxistinên civakî yên sivîl û odeyên meslekî jî di nav de xebatek jeolojik ya giştî bê birêvebirin. Alan got têkildarî erdhejê civîn û xebat tên birêve birin lê bangî endezyarek jeolojiyê û akademîsyenek nayê kirin û wisa tenê dikarin xwe bixapînin.
‘JIYANA ÎNSANAN NE DI XEMA WAN DE YE’
Alan anî ziman ku herkesê ji bol i bersiva pirsên “Em ê çawa Stenbolê li li pêş bixin? Em ê çawa bînin halek baş û em ê çawa di erdhejek muhtemel de bikevin pêşiya mirina însanan?” divê destê xwe bixe bin kevir û got: “20 sal in hikumetê tiştek nekir. Li şûna vê yekê rojevê din kir rojeva xwe û vê yekê jî bi zanebûn kir. Dibe ku îro jî û sibê jî erdhej pêk were. Divê em li ser tedbîran nîqaş û xebat bikin. Hikumetê tedbîran negirt û nagire jî. Pergalek rantê dixwe û talanê pêk tîne heye. Jiyana însana ne di xema vê pergalê de de ye.”