AMED – Parlamentra Partiya Sosyal Demokrat a Parlamentoya Federal a Elmanyayê Kirsten Luhmann a ji bo piştevaniya HDP’ê hat Amedê diyar kir ku destnîşan kir ku pêkanînên OHAL’ê didome û tayînkirina qeyûman di rojeva Ewrûpayê de ye.
Parlamentera Partiya Sosyal Demokrat (SPD) a Parlamentoya Federal a Elmanya Kirsten Luhmann ji bo pêkanîna qeyûmên tayînî ser şaredariyên HDP’ê hatin kirin û rewşa li herêmê hîn bibe hat Amedê û hin hevdîtina pêk anî û beşdarî Nobeta Demokrasiyê ya HDP’ê bû. Parlamenter Luhmann têkildarî hatina xwe ya Amedê de ji ajansa me Mezopotamyayê re axivî.
‘KURDAN SERKEFTIN BI DEST XIST’
Luhmann bi bîr xist ku ew gelek caran hatiye bajarên kurdan û her bim bi kurdan re di nava têkiliyê de ye û pêwendiyên wan xurt in. Luhmann da zanîn ku ew ji erdnîgariya Kurdistanê hez dike û wiha got: “Di hilbijartina xwecihî de li herêmê kurd bi ser ketin. Zafer xistin destê xwe. Gelê herêmê ji bo azadî û aştiyê têdikoşe. Em ji ber vê wesîleyê têkiliyên xwe xurt dikin.”
‘EZ Ê BIÇIM QALA QEYÛMAN BIKIM’
Luhmann da zanîn ku wan hilbijartina li Tirkiyeyê di cih de şopoandiye û wiha dewam kir: “Di hilbijartinê de kurdan îradeya xwe ya xurt danî holê. Li ser kurdan zext zêde hene. Lê mixabin qeyûm tayînî ser îradeya wan kirin. Em ji ber vê yekê xemgîn bûn. Divê wisa nebûya. Em li dijî van pêkanînan in. Tayînkirina qeyûmên ser sê şaredariyên bajarên mezin ên HDP’ê bi taybetî di rojeva Elmanya û giştî Ewrûpa de ye. Ez ji bo vê yekê hatim Amedê. Em li cem gelê kurd in û ji bo em li dijî qeyûman berteka xwe nîşan bidin em li vir in. Gelê Elmanya nizane ku polîtîkaya qeyûman çi ye. Ez ê biçim qala vê polîtîkaya qeyûman bikim.”
‘OHAL DIDOME’
Luhmann diyar kir ku bêhiqûqiyên ji serdema OHAL’ê dest pê kirin didomin û wiha got: “Hikumeta Tirkiyeyê ji sala 2016’an vir ve qeyûman tayînî ser şaredariyên HDP’ê dike. Li gel OHAL rabûye jî lê li bajarên kurdan OHAL dewam dike. Têkiliyên Tirkiye û Elmanya baş in. Lê ez mîna hikumeta Elman nafikirim. Rewşa Tirkiyeyê li ber çavan e. Divê êdî dadgehên Tirkiyeyê li dijî neheqî û pirsgirêkan biryaran bidin. Divê ji van bêhiqûqiyan re bêjin raweste. Peyama herî mezin têkoşîna li dijî qeyûman e. Însan li vir ji bo aştî û demokrasiyê têdikoşin. Bila ji bo hevşaredarên hatin mexdûrkirin gavên girîng werin avêtin.”