ÊLIH-Li Kolana 3539 a taxa Yavuz Selimê ya Êlihê ji 2'ê Cotmehê ve Hamît Dal ê 56 salî ji holê winda bû. Piştî malbatê agahî dan polîsan, polîsan dest li lêkolînê kirin. Di dîmenên kamerayan de derket holê ku Hamît Dal diçe Mizgefta Eyup Sultan a li hemberî avahiya Dal lê dijî nimêj dike û dûre ji mizgeftê derdikeve. Birayê Hamît Dal Mehmet Alî Dal dûre hîn dibe ku birayê wî piştî nimêjê ji mizgeftê derketiye û li ser vê yekê derdikeve holê ku birayê wî hatiye kuştin.
Bira Dal ê di dîmenên kamerayê de dibîne ku birayê wî hatiye kuştin diçe Miduriyeta Polîsan û gilî dike. Li ser vê yekê hevjîna Dal A.D û zarokên wî A.D., R.D. û H.S. hatin binçavkirin.
Kurê Dal A.D. ê sûcê xwe îtîraf kir, da zanîn ku bavê wî tim tundî li dayika wî A.D. dikir û ji ber vê yekê bavê xwe kuştiye. A.D. ê sewqî dadgehê hat kirin, hat girtin. Dayik A.D. û du birayên hev R.D. û H.D. jî bi sûcdariya “Alîkarî dayîna cînayetê” hatin girtin.