ENQERE – Li Enqereyê 3 kesên di Komkujiya Garê ya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan li ser gora xwe hatin bibîranîn. Malbatan dan zanîn ku ew ê têkoşîna xwe dewam bikin û gotin: “Em ê tu carî wan kesên ji bo dengan bigirin û me di êşa me de hiştin efû nekin.”
Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmeha 2015’an a li Gara Trênê ya Enqereyê ku li dijî mitînga “Aştî û Demokrasiyê” pêk hat di sala 4’emîn de tên bibîr anîn. Malbat, HDP û rêxistinên civakî yên sivîl, ji bo kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan li Goristana Karşiyaka ya Enqereyê serdana 3 kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane hat kirin û bîranîn pêk anîn. Xizmên kesên jiyana xwe ji dest dane, Parlamenterên HDP’ê Kemal Bulbul û Mehmet Ruştu Tiryakî û nûnerên rêxistinên civakî beşdarî bîranînê bûn. Bîranînê bi rêzgirtinê dest pêk ir û daxuyaniya hevpar hat dayîn. Endamê 10 Ekîm-Derê Ozgur Topçu daxuyanî xwend.
‘JI BO ÎKTÎDARA XWE HÊZÊN TARÎ XISTIN DEWRÊ’
Topçu da zanîn ku êş, hêrsa wan a ji bo hesreta xwişk û birayên wan her ku diçe zêde dibe û di navbera 7’ê Hezîranê û 1’ê Mijdara 2015’an de li Tirkiyeyê şidet derket asta herî jor û hin hêzên tarî ketin tevgerê. Topçu anî ziman ku ji ber dewletê tedbîran negirt teqîn pêk hat û wiha got: “Ev pirr eşkere xuya dike. Me li dadgehan jî şahidiya vê yekê kir. Li gel ewqas kêmasiyên dewletê hebûn jî tu polîsek û berpirsek dernexistin pêşberî dadger. Divê were zanîn ku kesên van kujeran veşartin ew jî hevkarê vê komkujiyê ne. Em ê qet kesên ji bo îktîdara xwe biparêz in û civakê ber bi şidet û aloziyê ve bir ji bîr nekin. Kesên li ser jiyan xwişk û birayên me û li ser êşa me hesabê hilbijartinê ango dengan kirin em ê efû nekin.”
‘EM Ê HER LI QADAN BIN’
Piştî Topçu, Rêveberê 10 Ekîm-Derê Îshan Seyhan jî axivî û got ew ê li dijî hemû planên qirêj li qadan bin û ew qatilan nas dikin û dest ji têkoşîna xwe bernedin. Seyhan destnîşan kir ku ew ê her bêjin aştî û demokrasî û li gel 4 sal derbas bûn jî hêj êşa me taze ye û dilê wan dişewite.
EMEL KÎTAPÇI: WÊ TÊKOŞÎNA ME DEWAM BIKE
Girse piştî axaftinan gora Alî Kîtapçi ziyaret kir. Emel Kîtapçi li ser gora hevjînê xwe axivî û got: “Heta kujer derkevin pêşberî daraz wê têkoşîna me dewam bike. Me di 23’ê hezîranê de hêza xwe kir yek û bersiva herî xurt da vê îktîdarê. Tevî hemû zilmê jî em li têkoşîna we xwedî derdikevin. Em ê têkoşîna we her mezintir bikin.”
COŞKUN: EM Ê NEBIN ALÎGIRÊN MIRINÊ
Pişt re jî girseyê gora Uygar Coşkun ziyaret kirin. Hevjîna Uygar Coşkun Mehtap Sakîncî Coşkun axivî û got: “Xizmê min liv ir tune ne lê hûn hene. Em ê têkoşîna we dewam bikin. Em ê tu carî nebin alîgirên mirinê pîroz dibînin.”
Girse herî dawî çû ser gora Bulent Çildir û qurnefilên sor danîn ser gora wî.