AMED – Li Amedê Nobeta Demokrasiyê di roja 49'an de berdewam kir. Serokê Sendîkaya Nivîskaran a Tirkiyeyê Adnan Ozyalçiner, bertek nişanî polîtikayên qeyûm da û got: "Ji we ditirsin ji ber vê yekê peyûm tayîn dikin."
Wezîrê Karên Hundir di 19'ê tebaxê de qeyûm tayînî 3 şaredariyên HDP’ê yên Wan, Mêrdîn û Amedê kiribû. Ji wê rojê heta niha 49 rojin li 3 bajaran di pêşengiya HDP'ê de çalakî tên li darxistin. Li Amedê jî çalakiya Nobeta Demokrasiyê ku li dijî tayînkirina qeyûm tê li darxistin di roja 49'an de li Kolana Liseyê berdewam kir. Di nobetê de parlamenterên HDP’ê, Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, Serokê Sendîkaya Nivîskarên Tirkiyeyê Adnan Ozyalçiner û gelek kesên din amade bûn.
OZYALÇINER: DIXWAZIN GEL BIKIN KOLE
Nobeta Demokrasiyê bi dirûşmeyan dest pê kir. Di nobetê de Serokê Sendîkaya Nivîskarên Tirkiyeyê Adnan Ozyalçiner, axivî û wiha got: "Yên qeyûm tayîn kirin ji we kesên li vir runiştine ditirsin. Ditirsin ku hûn xwe bi xwe bi rêve bibin. Titirsin ku gel xwe bi rêve bibe. Dema gel xwe bi rêve dibe dixwazin keda xwe wekhev par ve bikin. Gel wê bi zimanê xwe çanda xwe di nava aştiyê de bijîn. Lê ew dixwazin azadiya gel ji destê wan bigirin. Dixwazin gel wekî kole bijî. Dixwasin hemû ked û destkeftiyên gel desteser bikin."
Li vir Parlamenterê HDPê Mûsa Farisogullari jî axivî û got: “Bila neyê ji bîr kirin muxatabê çareseriyê Ocalan e. Ji bo çareseriyê divê deriyê Îmraliyê bê vekirin."
Serokê Rêxistina Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) yê Amedê Ramazan Karakaya jî diyar kir ku qeyûm tenê tayîni şaredariyan nehatiye kirin û wiha got: "Qeyûm di heman demê de tayînî vîna gel hatiye kirin.
Piştî axaftinê ji bo kampanya îmzeyan a saet di 16.00’an de li Kolana Hunerê bê kirin banga tevlêbûna îmzeyan hat kirin.