COLEMÊRG - Li gundê Biyadirê ya navçeya Çelê, 2 zarokên ku xwestin di Çemê Zê de avjeniyê bikin, fetisîn.
Li gundê Biyaderê ya navçeya Çelê ya Colemêrgê 2 zarokên ku xwestin di Çemê Zê de avjeniyê bikin, di avê de fetisîn. Cenazeyê her du zarokên temenê wan di navbera 13-15 salî de rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê.
Hat diyar kirin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.