WAN - Parlamentera HDP'ê Mûazzez Orhan, di Nobeta Demokrasiyê ya loi Wanê dewam kir de axivî û got: "Têkoşîn û berxwedana me wê heya rojên azad dewam bike."
Nobeta Demokrasiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî tayînkirina qeyûman li Wanê dabû dest pê kirin, di roja 49'an de dewam kir. Nobeta îro li ber avahiya Rêxistina HDP'ê ya Rêya Armûşê, bi tevlîbûna parlementerên HDP'ê Mûrat Sarisaç, Mûazzez Orhan, Dayikên Aştiyê û gelek welatiyan hat lidarxistin.
Di nobetê de dirûşmeyên "Bi berxwedanê em qezenc bikin" û "Hevserokatî xeta me ya more" hatin berzkirin. Parlamentera HDP'ê ya Wanê Mûazzez Orhan di nobetê de axivî û bal kişand ser polîtîkayên tayînkirina qeyûman.
‘HEWL DIDIN PARTIYA EM KRÎMÎNALÎZE BIKIN'
Wekîla HDP'ê Orhan, bal kşande ser krîmînalîzekirina HDP'ê û wiha got: "Tim gefan li me dixwin. Bi polîtîtîkayên şer dixwazin rêveberiyê bikin. Emê tim li dijî dîktayê, rejîma yek kesî û desteserkirina vîna gelan, alîgire demokrasî, aştî, wekhev û yekîtiya gelan e û heya siberojeke azad emê têbikoşin û berxwedana xwe dewam bikin."
Orhan, da zanîn wan siyaseta desthilatdariyê ji hev cihê kirin, polîtîkayên wan vale derxistin û wiha pê de çû: "Êdî hemû gel dixwazin bi hevre bijîn. Bersiva vê yekê jî di hilbijartinê de dan. Îro dîsa bi pêvajoyên OHAL'an, bi girtin û binçavkirinan dixwazin dengê mirovan kêm bikin. Hîna duh tehemûlê KHK'iyên xwestin partiya me ziyaret bikin nekirin. Ji ber ku dixwazin partiya me bûye hêviya gelên Tirkiyeyê û aştiyê bîne vî welatî, ditirsin. Ji tirsan êrîş dikin."
DESTHILATDARÎ WÊ DIÇE GEL DÊ BIMÎNE'
Orhan, dest nîşan kir ku divê demildest aştî pêk were û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Desthilatdarî wê here û gel wê bimîn e. Yên ku li vî welatî aştiyê, demokrasiyê û azadiyê diparêzin wê qezenc bikin. Teqez emê qezenc bikin."
Piştî axaftina Orhan, çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û çalakî bi gotina stran û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.