MÊRDÎN - Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê, derbarê kampanyeya îmzeyê ya li dijî tayînkirina qeyûman û kampanyeya “Bibe endamê HDP’ê” da dest kirin de daxuyanî da û banga piştgiriyê li gelê Mêrdînê kir.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê, di civîna çepemeniyê ya li avahiya partiyê li darxist de, têkildarî rojevên heyî daxuyanî da. Hevseroka Bajêr Eylem Amak daxuyanî da.
Amak, diyar kir ku desthilatdariya siyasî hewl dide ku bi pêkanînên dijdemokratîk, polîtîkayên şer û feraseta tekparêzê li ser piyan bimîne û wiha axivî: “Di nava welat de vîna gel nenaskirin, pergala hevserokatiyê red kirin û qeyûm tayînê şaredariyan kirin, bi polîtîkayên şer û tundiyê ve girêdayî ne. Bi van polîtîyan dixwazin êrîşê Rojava jî bikin. Di bingeha van polîtîkayên desthilatdariyê de, dijminantiya Kurd û jinan heye. Tehemulê cudakariyan nakin û di rejîma xwe ya tekparêz de bi israr dikin.”
‘EMÊ BERXWEDANA XWE DEWA M BIKIN’
Amak, da zanîn ku heya ku ew vîna gel derbixin holê wê li ber xwe bidin û wiha got: “Weke parçeyekê vê berxwedanê, wan li dijî qeyûman dest bi kampanyeya îmzeyan a ‘Dest Nede Vîna Min’ kirin. Divê gel xwedî vê kampanyayê derbikeve û vîna xwe dane holê. Dîsa kampanyeya me ya ‘Bibe Endamê HDP’ê’ dewam dike. Bang li raya giştî dikin ku xwedî HDP’ê derkevin. HDP hêviya gelane. Rêya demokrasî, aştî û azadiyê di HDP’ê re derbas dibe.”
Amak, dest nîşan kir ku ew ê weke rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê, dinava 2 mehan de kongreyên hemû navçeyên xwe li dar bixin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê bi baweriya demokrasî, aştî û azadiyê dibin sîwana HDP’ê de li dijî tekparêziyê, şer, tundî û xespa vîn, dengê xwe bi hevre bilind bikin û teqez em ê qezenc bikin.”