AMED - 12 HDP’iyên li Amedê li dijî tayînkirina qeyûman kampanya îmzeyan birêve dibin hatin binçavkirin, piştî îfadeyên wan hatin girtin, serbest hatin berdan.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li dijî tayînakirina qeyûman dest bi kampanyeya îmzeyan kiribû. 12 HDP’iyên duh li navçeyên Rêzan û Yenîşhîr ên Amedê xebatên kampanyayê bi rêve dibirin hatin binçavkirin. Piştî lêpirsîna 12 HDP’iyan a li Midûriyeta Polîsan a Bajêr bi dawî bû hatin berdan.
HDP’iyên hin bûn ku di encama îxbarekê de hat binçavkirin, bi “Propagandeya rêxsitinê” hatin sûcdarkirin. Endamên partiyê yên bi fermana dozger li miduriyeta polîsan îfadeyên wan hatin girtin, têkiliya wan a birêxistinê re hat pirsîn. HDP’iyî piştî îfadeyên wan hatin girtin, serbest hatin berdan.