MÊRDÎN - Karkerê avdanê Eşref Çagur ê piştî pevçûna di 27’ê Îlonê de li navçeya Dêrikê rû da hat binçavkirin, hat girtin.
Li çoltera navçeya Dêrik a Mêrdînê di 27’ê Îlonê de li erdeke çandiniyê pevçûn rû da bû û pevçûn heya 15 saetan dewam kiribû. Karkerê avdanê Eşref Çagur ê di dema pevçûnê de li herêmê bû, bi lêdanê hatibû biçavkirin. Çagur, piştî lêpirsîna wî ya li Qereqola Lekerî ya Mêrdînê bi dawî bû, duh sewqî edliyê hat kirin. Dozgerê ku îfadeya Çagur girt, bi şertê girtinê sewqî dadgehê kir. Dadgehê jî bi îdîaya “Alîkarî dayîna rêxistinê” derbarê Çagur de biryara girtinê da û şand girtîgehê.
NIHA ÎFADEYÊN BIRAYÊN WÎ DIGIRIN
Li aliyê din, polîsan di 30’ê Îlonê de li Taxa Îstasyonê ya navçeya Artûklû ya Mêrdînê bi ser malekê de girtin û Firat Şîmdî yê hat îdîakirin ku endamê HPG’ê ye ji bo ku neyê girtin dawî li jiyana xwe anîbû. Dûre ferdên malbatê hatibûn binçavkirin.
Birayên Firat Şîmdî Azîz, Memduh, Orhan, Serdar û Erdal Şîmdî yên hatibûn binçavkirin, îro lêpirsîna wan bi dawî bû û li bendê ye ku sibe sewqî dadgehê bên kirin.