STENBOL - Otobusa servîsê ya ji Stenbolê diçû Edîrnê, li ser rêya Batişehîr a Otobana TEM’ê qulipî. Di qezayê de 16 kes birîndar bûn.
Otobusa servîsê ya ji Stenbolê diçû Edîrnê, li ser rêya Batişehîr a Otobana TEM’ê qulipî. Di qezayê de 16 kes birîndar bûn. Gelek polîs û ekîbîn tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin û birin rakirin nexweşxaneyên derdorê. Ji ber qezayê nêzî nîv saetî rê ji çûyîn û hatinê re hat girtin. Piştî ku wesayîta qûlipî ji ser rê hat kirin, rê li trafîkê hat vekirin.
Hat hînbûn ku rêwiyên di otobusê de, xebatkarên Balafirgeha Stenbolê bûne.