STENBOL – Welatiyên li Stenbolê diyar kirin ku qursa kurdî ya ÎSMEK’a girêdayî Şaredariya Stenbolê ku tê plankirin bê vekirin divê demildest bikeve meriyetê. Rêveberê Komeleya Lêkolînên Kurd Eyyup Suvaşi jî got pêwîste zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê.
Şaredarê Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu beriya hilbijartina 23’ê Hezîranê gotibû dê li gorî daxwazê perwerdehiya kurdî li Qursên Huner û Pîşeyê ya Perwerdehiyê ya Şaredariya Stenbolê (ÎSMEK) bê vekirin. Serokê Giştî yê CHP Kemal Kiliçdaroglu jî beriya bi demekê gotibû li ÎSMEK’ê ya girêdayî Şaredariya Stenbolê dê qursên zimanê kurdî bikevin meriyetê û dê li wir mamosteyên zimanê kurdî li wir îstîhdam bikin. Baş e, kesên li Stenbolê dijîn derbarê vekirina vê qursa kurdî de çi difikirin?
‘NEHEQIYEK MEZIN HEYE’
Abdulhekîm Alptekîn diyar kir ku bi milyonan kurd li Tirkiyeyê dijîn û wiha got: “Fêrkirina kurdî ya bi qursan dê kêm bimîne. Kurd welatiyên vî welaî ne. Di tu astê de ji bo zarokên kurd perwerdehiya kurdî nehat nasîn. Li Meclîsê bi îngîlîzî, fransî û erebî û hwd. tê axaftin. Lê belê dema wekîlên kurd bi kurdî diaxivin wek ‘zimanê nayê zanîn’ di qeydan de tê derbaskirin. Neheqiyek mezin li milyonan kurdan dikin.”
'MÎSOGERÎ LAZIM E’
Alptekîn anî ziman ku li cihê kurd bi piranî lê dijîn pêwîste dibistanên bi kurdî perwerdehiyê bidin bên vekirin û wiha got: “Heke em birayê hev bin divê ev yek bêk irin. Ez wek kurdekî baş bi tirkî dizanim. Lê tirkek bi kurdî nizane. Çima zimanê dayika min nayê zanîn? Zimanê dayikê wek şîrê dayikê helal e. Kes nikare vî mafî ji destên kurdan bigie. Divê di perwerdehiyê de kurdî û tirkî wek hev bibe. Lazime kurdî wek destûra bingehîn mîsoger bibe.”
'ELMANÎ, EREBÎ Û ÎNGÎLÎZÎ HEYE LÊ KURDÎ NÎNE’
Orhan Aydogdu jî diyar kir ku wî daxuyaniyên CHP’ê yên di vî warî de erênî dibîne û wiha got: “Heke fikrek wan wiha hebe bila demildest bixin meriyetê. Kesên li dijî kurdî bila biçin li Çanakkaleyê binêrin. Kurd û tirk bi hev re di gorê de ne. Niha li gelek deverên Stenbolê tabelayên bi îngîlîzî, elmanî û erebî hatine daliqandin, lê tabeleyek bi kurdî nîne. Kurdî qebûl nakin. Keça min nizane bi tirkî biaxive. Em kurd in, wê ewilî kurdî hîn bibe Û pişt re zimanên din jî dibin. Kurdî ji aliyê îktîdarên Tirkiyeyê ve nayê qebûlkirin. Di salên 90’î de jî zextên wisa li ser kurdî tune bûn. Vekirina qursên kurdî ji bo destpêkê dê baş bibe. Heke tenê bi vê yekê re sînor bimînin dê kêm bimîne.”
'GELEK GAV BILA BÊN AVÊTIN’
Aydin Duman jî da zanîn nenasîna zimanê kurdî ya li vî welatî aciziyê dide wî û got: “Qursên kurdî dê ji bo hinek tişt rast dibin dê me bi hêvî bike. Lê divê gelek gav bên avêtin.”
'TEHAMULÎ KURDÎ NAKIN’
Mehmet Emîn Duygun jî diyar kir ku qursa tê plankirin vebibe divê li ser gotinê be û di meriyetê de jî bê nîşandan û got: “Ji bilî Şaredariya Bajarê Mezin divê şaredariyên navçeyan jî di vî warî de gav biavêjin û qursên kurdî vebikin. Bi milyonan kurd li Stenbolê hene. Pêşdaraza bajarên rojavayê Tirkiyeyê divê li hemberî kurdî were şikandin. Di sedsala 21’emîn de jî bêtehamuliya herî mezin li hember kurdî didin nîşandan.”
‘DIVÊ KURD Û ZIMANÊ WAN FERMÎ BÊN QEBÛLKIRIN’
Rêveberê Komeleya Lêkolînen Kurdî Eyyup Subaşi jî da zanîn ku ew di derbarê qursa were vekirin de nexwedî agahî ne.
Subaşi wiha got: “Wê çawa bikin? Vekirina qursan çareseriya bingehîn e gelo? Divê ev were nîqaşkirin û derkeve rastiyê. Lazime perwerdehiya kurdî were berfirehkirin û belavkirin. Pêwîste kurdî li qada perwerdehiyê, tenduristiyê û xizmetê bê berbelavî bê kirin. Heke wisa bibe wê çareseriyek adil û demokratîk mimikin be. Ya girîng ew e ku perwerdehiya zimanê zikmakî were temînkirin. Pêwîste bi awayên micid nêzî kurdî bibin. Ya herî girîng jî ew e ku divê kurd û zimanê xwe bi awayê fermî li Tirkiyeyê werin nasîn. Heke qursek mîsogeriya fermîbûnê nedinê dibe sibê were girtin jî. Divê di warê hiqûq û fermî de hildin bin mîsogeriyê.”