STENBOL - Rojnameger Ozgur Mumcu, di panela SODEV a Ciwan a “Betalî û koçberiya ciwan a mejî" de bal kişand ser sedema koçberiyê û wiha got: "Sedema herî mezin a koçberiyê pergala Serokomariyê ku AKP’ê xistiye meriyetê ye. 240 hezar ciwan ji Tirkiye koç kirin e."
Vakfa Demokratên Civakî (SODEV) a Ciwan, bi sernavê “Betalî û koçberiya ciwan a mejî" li Odelek li Taksimê panel li dar xist. Di panelê de Seroka CHP'ê ya Stenbolê Canan Kaftancıoglu, endam û rêveberên CHP'ê yên Stenbolê, Endamên SODEV'ê, Rojnameger Ozgur Mumcu û gelek kesên din, amade bûn. Selim Cankara pêşengiya panelê kir. Di panelê de Oguz Demir, Rojnameger Ozgur Mumcu û endamê SODEV'ê Kerim Can Kara axivîn.
Endamê SODEV a Ciwan Selim Cankara, diyar kir ku SODEV dikeve 25 saliya xwe û wiha got: “Armanca SODEV'ê ewe ku demokrasiya civakî li civakê belav bike. Ji bo vê yekê di nava civakê de parve bike hatiye avakirin. 25 salin bi vê îdîayê xebatên xwe dimeşîne. Li Tirkiye beşek civakê mahkûmî xizaniyê hatine kirin. Ev beşa civakê jî ciwan in. Li Tirkiye rêjeya ciwanên betal ji sedî 25 e. Betalî her ku diçe belav dibe û zêde dibe.
SEDEMA BETALIYÊ PERGALA SEROKOMARIYÊ YE
Rojnameger Ozgur Mumcu jî di panelê de bal kişand ser sedema koçberiyê û wiha got: "Sedema herî mezin a koçberiyê pergala Serokomariyê ku AKP’ê xistiye meriyetê ye. Li welatekî zêdebûna zanîngehên, zêde ne xwedî wate ye. Em dibînin ku ciwan ji Tirkiye koç dikin. Bi taybetî piştî sala 2007’an ku heza kar kêm bû, yekem car nifşê nû fêm kir ku wê ji nifşa beriya xwe xizantir be. Sedema bingehîn a betalî û koçberiyê Pergala Serokomariyê ya AKP'ê xistiye meriyetê ye. Sala par Rojnameya New York Times diyar kir ku li Tirkiyeyê 240 hezar ciwan koç kirine. TUİK jî diyar dike ku na 107 hezar koçber hene. Ya girîng çima ciwan ji welatê me koç dikin. Kes nayê Tirkiye, her kes ji Tirkiyeyê koç dikikn."