ENQERE – Kesên bi KHK'ê ji karên xwe hatibûn îxrackirin, piştî bernameya wan a li Enqereyê ji aliyê Walîtiyê ve hat qedexekirin, HDP û Partiya Saadetê ziyaret kirin.
Kesên bi Biryarnameya Di Hukme Qanûnê de (KHK) ji karên xwe hatin avêtin û îxrackirin, xwestin li Salona Yilmaz Guney a Enqereyê bên cem hev û bernameyekê li dar bixin. Piştî bernameya KHK'iyan ji aliyê Walîtiya Enqereyê ve hat qedexekirin, li ser banga HDP'ê xwestin Navenda Giştî ya HDP'ê ziyaret bikin. Koma KHK'iyan dema çûn HDP ziyaret kirin dîsa rastî astengiyan hatin. Lê tevî asteniyan ewil Navenda Giştî ya HDP'ê ziyaret kirin û piştre Partiya Saadetê ziyaret kirin.