STENBOL - Dayika girtiyê nexweş Îlhan Dikme, Ayşe Dikme, di çalakiya "Rûniştina F" de got "Destûr nadin ez biçim kurê xwe bibînim. Ez ji jiyana kurê xwe bi fikar im."
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi boneya girtiyên nexweş serbest bên berdan xwestin li Qada Galatasarayê di hefteya 393’an deçalakiya "Rûniştina F" berdewam bikin. Lê polisan destûr nedan ku xizmên girtiyan li vir daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Li ser vê yekê malbat hatin pêş avahiya ÎHD’ê û li vir daxuyanî dan çapemeniyê. Parazvanên mafên mirovan û xizmên girtiyên nexweş wêneyên girtiyên nexweş rakirin û pankartên “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyandin" û "Bila girtiyê nexweş Îlhan Dikme bê berdan" vekirin. Komê bê navber dirûşmeyên "Bêdeng nemîne wê dor bê te jî" û "Wê rûmeta mirovahiyê îşkenceyê têk bibe" berz kirin. Xizmên girtiyên nexweş û parazvanên mafên mirovan vê hefteyê bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Îlhan Dîkme. Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Hatice Onaran, diyar kir ku Dîkme di sala 1972'ande ji dayik bûye û di sala 2010'an de hat binçavkirin û wiha got: "Piştî ceza lê hat birîn di 2'ê Nîsana 2019'an de cezayê wî hat erêkirin û hat girtin. Niha li Girtîgeha Kepsût a Balikesirê girtî ye. 45 rojan bi tena serê xwe di yek odeyê de hat girtin. Malbata Dîkme diyar kirin ku ewil ew şandine Nexweşxaneya Dewletê ya Kocaelî û piştre şandine Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Umraniyeyê. Li vir teşhis kirin ku Dikme xwîn çûye ser mijiyê wî. Malbatê diyar kirin ku piştî anjio ya 6 saetan ameliyat baş derbas bûye û ragihandine ku wê hefteyek şûnde dîsa bişînin girtîgehê." Onaran, da zanîn ku Dîkme emeliyat bûye û enfeksiyona kezebê derbas kiriye û wiha got: "Ji bo mejî di 1'ê Îlonê de xortim xistine mejî." Hevjîn û keça wî tenê rojê dikare 5 daqîqeyan wî li nexweşxaneye bibînin.
Dayika Dîkme Ayşe Dikme jî anî ziman ku kurê wê hêj nehatiye ser hişê xwe û ji jiyana kurê xwe bi fikar e.