AMED / ÊLIH - Xizmên Windayan, diyar kirin ku ew ê şopdarê dosyeya ji nû de derbarê Parlamenterê DEP’ê Mehmet Sîncar ê di sala 1993’yan li Êlihê hat qetilkirin de vebû, bin.
Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) ya Amedê û xizmên windayan di hefteya 556’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kûjer bên darizandin” li ber avahiya ÎHD’ê ya Amedê li dar xistin. Rêveberên ÎHD’ê, xizmên windayan û Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli yê ji wezîfeyê hat dûrxistin û rêveberên rêxistina CHP’ê ya Amedê beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hilgirtin. Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Hasan Yalçin di çalakiyê de axivî û diyar kir ku divê dosyeya Parlamenterê DEP’ê Mehmet Sîncar ê di 4’ê Îlona 1993’yan de li Êlihê hat qetilkirin, bê ronîkirin.
FAÎL HATIN BERDAN
Yalçin, anî ziman ku ev 556 heftene li qadan daxwaza edaletê dikin û wiha got: “Divê Tirkiye bi heqîqetê re rû bi rû were. Di 3’yê Cotmeha 1993’yan de li gundê Vartînîs ê navçeya Korkût a Mûşê, leşkeran di operasyonê de ji malbata Ogut 9 kes kuştin. Di salvegera bûyerê de em kesên jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin. Faîl li hemberî darazê hatin berdan. Lê emê lêgerına edaletê ya malbata Ogut dewam bikin.”
KOÇÛ Û DERVÎŞ SAVGAT
Xizmên Windayan di çalakiya xwe ya vê heftê de aqûbeta Tahîr Koçû û Dervîş Savgat ên di 1’ê Sibata 1994’an de li gundê Dîrseklî yê navçeya Cizîr a Şirnexê dibin çavan de hatin windakirin pirsîn.
ÊLIH
Şaxa ÎHD’ê û xizmên windayan li Êlihê jî, di hefteya 462’yemîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li avahiya ÎHD’ê li dar xistin. Parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD), endamên Meclîsa Dayikên AştiyÊ tevlî çalakiyê bûn. Xizmên Windayan, aqûbeta Hidir (63), Hatûn (31), Yeter (22) û Elîf Işik (29) û Duzalî (37), Gulîzar (34) û Dîlek Serîn a 3 salî yên li goma gundê Gokçek a girêdayî Dersimê, di 24’ê Îlona 1994’an de, di dema operasyona leşkerî de malên wan hatin bomberankirin û dûre hatin binçavkirin pirsîn.
'CAREK DIN AGAHÎ JI WAN NEHAT GIRTIN’
Rêveberê Şaxa ÎHD’ê yê Êlihê Abdurrezzak Katmaz, daxuyaniya vê heftê xwend û çîroka malbatên Serîn û Işik wiha rêz kirin: “Kesên li goma Mîrik a gundê Gokçek a Dersimê dijiyan, ji ber operasyonên leşkerî, şer û zextên leşkeran neçar man ku koçî deverên cuda bikin. Malbatên Işik û Serîn tenê li gomê diman. Di dema operasyona di 23 û 24’ê Îlona 1994’an dest pê kir de, ketin û derketina Mîrik hat qedexekirin. Leşkerên girêdayî Fermendariya Komando ya Çiyayê Bolû yên dibin fermandariya Bingeneral Yavûz Erturk de bi ser gomê de girtin. Leşkeran mal, bax û baxçeyên gomê bombeberan kirin. Leşkeran dûre ji her du malbatan Hidir Işik (63), Hatûn Işik (31), Yeter Işik (22) û Elîf Işik (29) û Duzalî Serîn (37), Gulîzar Serîn (34) û Dîlek Serîn a 3 salî, binçav kirin. Dûre ji van kesan bi tu awayî agahî nehatin girtin.”
Xizmên windayan piştî daxuyaniyê, çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan li darxistin.