MÊRDÎN - Parlamentera HDP'ê Pero Dundar tevlî Nobeta Demokrasiyê ya li Qoserê bû û bertek nîşanî fezlekeyên derbarê wan de hatine amadekirin da û diyar kir ku dê ji reş re nebêjin spî.
Nobetên Demokrasiyê yên li dijî tayînkirina qeyûman ên li ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê hatine destpêkirin, di roja 48'an de didomin. Nobeta îro ya Mêrdînê, li navçeya Qoserê hat lidarxistin û parlamenterên HDP'ê jî di nav de gelek tevlî bûn. Nobeta ku li Qada Azadiyê hat girtin dayikên aştiyê bi awayekî girseyî tevlî bûn û bi stranên xwe re tilîlî qîr kirin. Dîsa hejmareke zêde zarok li dora nobetê li hev civiyan û ji hev re gotin ku dê qasek din bûyer derkevin.
'PIŞAFTINA ZAROKÊN KURD DIDOME'
Piştî çalakiya rûniştinê ku pêk hat, Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dunar axivî û ev tişt gotin: "Ez 5'ê Cotmehê Roja Mamosteyan a Cîhanê li mamosteyan pîroz dikim û perwerdekerên ku têkoşîna zimanê dayikê dane û hatine qetilkirin bi bîr tînim. Em daxwaz dikin ku bi hemû zimanên dayikên perwerde bê dayîn û hemû zimanan diparêzin. Pişaftina zarokên kurd û tundiya li ser kurdî didome. Hê jî ji ber ku stranên bi kurdî dibêjin mirov tên binçavkirin. Li stranên dewetan dinêrin ka legal in an îlegal in. Xweşa biçe jî n jî stran stran e. Hin stranên ku xweşa me jî naçin hene. Desthilat ji stranên me ditirse. Dîroja desthilatê ev e. Zextê li mirovên ku bi kurdî diaxivin dikin. Dîroka qeyûman jî ev e. Ew jî dibistanên me yên ku perwerdeya bi zimanê dayikê didan girtin. Lê em ji ber van tundiyan dev ji zimanê xwe bernedin û têkoşîna xwe ya ji bo zimanê dayikê bidomînin."
'EM Ê DEV JÊ TÊKOŞÎNA XWE BERNEDEIN'
Dundar di berdewamê de bal kişand ser fezlekeyên ku derbarê wan de hatine amadekirin û têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: "Fezlekeyên me derbarê piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê, şandina nameyên ji bo girtiyan, tevlîbûna şînan de ne. Ne 75 fezleke ew bi hezaran fezlekeyan jî amade bikin em ê dev ji têkoşîna xwe ya demokrasiyê bernedin û ji reş re nebêjin spî. Her wiha heta ku pêkanîna qeyûman bidome em ê deng li dijî qeyûman derxin. Dê heta 19'ê Comtehê çalakiyên me yên ji bo qeyûman bidomin û bi dawî nebin."
Daxuyanî bi berzkirina dûrişmeya "Em ê bi berxwedanê bi serkevin" bi dawî bû.