STENBOL - Keça Kerevan Îrmez ê di bin çavan de hat windakirin, Zozan Îrmez ji Dayikên Şemiyê re name şand û got: "Min Efû bike bavo... Dema derî lê da dengê banga te nehat min. Denê wan ê bilind nehişt dengê te bê min."
Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta windayan bipirsin, di hefteya 758’an de xwestin li Qada Galatasarayê kom bibin û çalakiya xwe berdewam bikin. Lê dayik dîsa rastî astengiya polîsan hatin. Polîsan destûr nedan ku dayik li Qada Galatasarayê daxuyaniyê bidin û aqûbeta windayan bipirsin. Li ser vê yekê dayik çûn li pêş avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê kom bûn. Dayikên Şemiyê di bin dorpêça polîsan de daxuyanî dan. Dayikan dîsa berdilkên ku wêneyên windayan li ser heye li xwe kirin û qurnefil xistin destê xwe. Di çalakiyê de Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Oya Ersoy û nûnerên saziyên sivîl ên civakî amade bûn. Dayikan di hefteya 758’an de aqûbeta Bavê 8 zarokan Kerevan Îrmez ê di 19'ê Cotmeha 1995'an de li Navçeya Sîlopî ya Şirnexê hat windakirin û êdî carek din agahî jê nehat girtin, pirsîn.
’59 HEFTE NE MAFÊ ME ÎHLAL DIKIN'
Li ser navê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, Xwişka Hasan Ocak ê di 21'ê Adara 1995’an de hat windakirin û piştre cenazeyê wî hat dîtin, Maside Ocak daxuyanî da. Mesîde Ocak, diyar kir ku 59 salin mafê wan ê li Qada Galatasarayê daxuyanî bide tê îhlalkirin û wiha got: 59 hefte ye em dikin qêrîn. Ev nêzîkatiya Qeymeqam a li dijî Makeqanûnê îhlala Qanûna Bingehîn e. Divê bi lez dawî li vê îhlalê bînin. 59 ye di şexsê mede li Tirkiye mafê îfadeyê zê îhlalkirin. Azadiya Raman û îfadeyê tê binpêkirin. Daxwazên me zagonî ne. Em daxwazên xwe radigihînin dewletê. Em edaletê dixwazin. Em dixwazin dengê me bê bihîstin. Lê li şûna vê yekê polîs bi çekên giran, cop û TOMA'yan li ser serê me disekinin. Em bang li rêveberên dewletê dikin. Qerîna her dayika ku dibêje ‘Ez zarokên xwe dixwazin' divê wekî hev bê bersivandin û pêşwazîkirin. Divê êdî êşa dayikan nekin amûra siyasetê."
Ocak, aqûbeta Kerevan Îrmez ê di 19'ê Cotmeha 1995'an de li navçeya Sîlopî ya Şirnexê hat revandin û carek din agahî jê nehat girtin pirsî. Ocak, anî ziman ku Îrmez bavê 8 zarokan bû. Di 24 salan de 758 hefte ye em rastî bêhiqûqiyê tên. Îrmez karê barkişandinê dikir. Berê bi dehan caran hat binçavkirin. Herî dawî Midûrê Polîsan ê Şirnexê gef lê xwar û koçî Sîlopî kir. Di 19'ê Cotmeha 1995'an de ji aliyê kesên bi cilê esker ve hat revandin. Destûr nedan ku Îrmez cilên xwe li xwe bike. Di panzêrê de cilên wî li wî kirin. Dema zarokên wî li pey wî çûn gotin 'em ê biçin îfadeya wî bigirin û bînin' Serê sibê hevjîna wî Emine Îrmez çû dozgerî û midûreyeat polîsan û gilî kir. Xwest aqûbeta hevjînê wê bê pirsîn. Lê rayedarên polîsot ji Emine İrmez re gotin 'Hejînê te nehatiye binçavkirin. Hemû hewldanên Emîne bê encam man."
Ocak, da zanîn ku rayedaran diyar kirin ku Kerevan Îrmez birin Qereqola Fermandariya Cendirmeyan a Bespînê ya Navçeya Sîlopiyê û wiha axivî: "Dema malbatê bi israr pirsa wî kirin, Fermandarê Tumenê gef li malbatê xwar û got 'Divê hûn carek din navê wî nexin devê xwe. An hûn jî dê zerar bibînin. Carek din agagî ji Îrmez nehat girtin."
‘MIN EFÛ BIKE BAVO'
Piştî daxuyaniyê nameya ku Keça Kerevan Îrmez Zozan Îrmez ji dayikên Şemiyê re şand hat xwendin. Zozan Îrmez ji Dayikên Şemiyê re name şand û got: "Ya ku me li ser piyan dihêle hevî û baweriya me ya ku dîsa bavê min payve vegere ye. Piştî bavê min hat windakirin jiyana me qurmiçî. Şeva hatin bavê min binçav kirin û birin tirsek di me de çêkirin û şopa wê tirsê her zindî ye. Min Efû bike bavo... Dema derî lê da dengê banga te nehat min. Denê wan ê bilind nehişt dengê te bê min. Wê demê ez hêj zarok bûm. Tirsa min ez têk birim..."