ŞIRNEX - Li navçeya Silopiya ya Şirnexê zaroka 10 salî Çigdem Başak a piyê wê di nava beriyerên polîsan de asê ma, birîndar bû.
Li navçeya Sîlopiya ya Şirnexê zaroka 10 salî Çigdem Başak a piyê wê di nava beriyerên polîsan a otomotîk de asê ma, birîndar bû. Li Taxa Yeşiltepe ya Sîlopiyayê xwendekara Dibistana Seretayî ya Vatanê, li kolana 1’emîn piyê Başak di nava bariyerên polîsan de asê ma.
Piştî yekîneyên Agirkujê hatin cihê bûyerê piyê Başak ji nava bariyeran derxistin û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlopyayê.