ŞIRNEX - Li Şirnex û navçeyên wê, di serdegirtina malan de 14 kes hatin binçavkirin.
Li Şirnex û navçeyên wê, polîsan di saetên serê sibê de, bi awayekê hemwext bi ser malan de girtin. Di serdegirtinan de 14 kesên endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî dinav de, hatin binçavkirin. Kesên ku hinceta binçavkirin wan nehat zanîn, birin qereqolên bajarên lê hatin binçavkirin.
Hat zanîn ku di nava kesên hatin binçavkirin de Endama Meclîsa Şaredariya Şirnexê ya HDP’ê Gurbet Guleş û kurê Mahmût Dûymak ê di dema qedexeya derketina derve ya li Cizîrê di jêrzemînê de hat kuştin Firat Duymak jî, hene.
Dayika Dûymak Lutfiye Dûymak, berî çend mehên, heya demekê di girtîgehê de mabû û dûre di encama îtîraza hat kirin de, hatibû berdan.