Di sedsala 21'emîn de nêzîkatiya li hemberî Ocalan û encamên wê -1
Di hesabên li Rojhilata Navîn de faktora Ocalan

  • rojane
  • 13:39 5 Cotmeh 2019
  • |
img
 
STENBOL - Hêzên navneteweyî ku di sedsala 21'an de armanc dikin nexşeya Rojhilata Navîn ji nûve xêz bikin, ewil di şexsê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de xwestin Tevugera Azadiya Kurd tasfiye bikin û di 9'ê Cotmeha 1998'an de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Sûriye derxistin û di 15'ê Sibatê de radestî Tirkiyeyê kirin. Ji wê demê heta niha li ser Ocalan tecrîd didome û vê yekê li Tirkiye û Rojhilata Navîn rewşek nû ava kir. Bi tecrîda li ser Ocalan hem li Tirkiyeyê hem jî li Rojhilata Navîn bûye sedema encamên giran. 
 
Di ser Komploya Navdewletî ya 9'ê Cotmehê re ku li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hat, 21 sal derbas bûn. Armanca ewil a hêzên ku komplo amade kirin, ewilî bi awayekî fîzîkî tunekirina Ocalan û tasfiyekirina PKK'ê bû û paşê ew bû di navbera gelan de pevçûnên mezin derxînin. Lê belê gava mirov li 20 salên bihurîne dinere tê dîtin ku armanca sereke ya komployê pêk nehatiye. Di vî 20 salî de li Tirkiye û Rojhilata Navîn gelek tiştên girîng qewimîn. Li gelek welatên Rojhilata Navîn rejîm guherîn, dîktator hatin hilweşandin. Lê belê Ocalan û PKK'ya ku dihat xwestin bên tasfiyekirin li Rojhilata Navîn tesîreke mezin li siyasetê kirin û her diçe bi awayekî xurtir hebûna xwe didomînin. 
 
DI NAVBERA TIRKIYE Û SÛRIYEYÊ DE MUTABAQATEK HAT ÎMZEKIRIN 
 
Di 1'ê Îlona 1998'an de PKK'ê ji bo pirsgirêka kurd bi awayekî aştiyane bê çareserkirin agirbesteke yekalî ragihand. Di heman dîrokê de li Tirkiyeyê jî tiştên girîng diqewimîn. Di 17'ê Îlonê de li Washîngtonê PDK, YNK û DYA civînek çê kirin û aşkere bûbû ku di vê civînê de Rêveberiya Kurdistana Başûr û Tirkiyeyê li hev kirine. Girêdayî vê wan çaxan rayedarên Tirkiyeyê jî ji bo mudaxilekirina Sûriyeyê gef dixwarin. Di 19'ê Cotmehê de li Edeneyê Tirkiye û Sûriye mutabqatek îmze kirin. Metna vê mutabaqatê di 20'ê Cotmehê de hat ragihandin. Di mutabaqata Sûriye û Tirkiyeyê hikma "Niha Ocalan ne li Sûriyeyê ye û wê ji niha û pê ve nikaribe bê Sûriyeyê" hebû. 
 
OCALAN: BI QENALÊN SIYASÎ DIXWAZIM ROLA XWE BILÎZIM 
 
Ocalan, derbarê vê serdemê de destnîşan kiribû ku li ber wî du rê hene; yek ji wan an wê biçûna çiyê û şer berbelav bikirana; a duduyan jî an wê biçûna Ewropayê û ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdî rêya diyalogê vekirina. Ocalan, di vê mijarê de tercîha dudoyan kiribû û gotibû: "Bi qenalên siyasî dixwazim rola xwe bilîzim." Piştî gelek hêlên komployê ketin dewrê, Ocalan biryar girt ku ji Rojhilata Navîn derkeve û di 9'ê Cotmehê de berê xwe da Atînayê. Piştî Ocalan daket balafirgeha Atînayê, gava dît rayedarên yewnanî ne li ser soza xwe ne, ji wir berê xwe da Moskowayê. Ocalan 33 rojan li Rûsyayê ma û gava li wir bû ji Rûsyayê doza hêwirandina siyasî kiribû. Di 4'ê Mijdarê de Meclîsa Dûma ya Rûsyayê, 298 parlemneter, ji bo mafê hêwirandinê esas bê girtin pêşnûmayek amade kiribû û pêşnûma hatibû qebûlkirin. Lê belê li ser navê Wezîrê Karên Derve yê DYA'yê Madeleîne Albrîght, berdevkê wî James Rûbîn daxuyandibû ku ew bi tu awayî mafê hêwirandinê qebûl nakin. Di vê serdemê de bi rêya IMF'ê 8 milyar dolar kredî dabûn Rûsyayê û Tirkiyeyê jî projeya Mavî Akimê dabû Rûsyayê. 
 
Ocalan, di 12'ê Mijdara 1998'an de bi balafirê çû Îtalyayê. Her çend Îtalyayê gotibe ew ê qebûl bikin jî, lê belê gava Ocalan çû Îtalyayê biryara girtina wî hatibû girtin. Piştî biryara girtinê Serokê Hikûmeta Îtalyayê Massîmo D'Alema, daxuyandibû ku ew ê Ocalan radestî Tirkiyeyê nekin, çimkî li Tirkiyeyê cezayê mirinê heye û ew ê li gor qanûnên xwe wî bidarizînin. Her çend li Almanyayê jî derbarê wî de biryara girtinê hatibû girtin, wê demê saziyên darazê yên Almanyayê bilez û bez li hev kom bûbûn û bi hinceta "demboriyê" diyar kiribûn ku doz betal bûye, loma ew Ocalan naxwazin. 
 
GELÊ KURD Û DOSTÊN KURDAN TEV GERIYAN 
 
Gava ev tişt diqewimîn li Ewropayê jî bi deh hezaran kurd û dostên wan ber bi Romayê ve meşiyabûn û dest bi çalakiyên xwedîderketina li Ocalan kiribûn. Bi çalakiyên "Hûn nikarin roja me tarî bikin" li dor Ocalan bûbûn xelekeke ji êgir. 
 
Ocalan, di 6'ê Çileya 1999'an de ji Romayê dekret. Lê gava Ocalan li Îtalyayê bû pirsgirêka kurd û PKK bûbûn rojeva sereke ya Ewropayê û ji bo çareserkirinê gelek tişt bûbûn rojev. Lê belê dewleta Îtalî, li hundur ji ber zextên muxalefeta rastgir û li derve jî ji ber zextên DAY û Tirkiyeyê bi paş ve gav avêtibûn. Li ser vê careke din li ser welatekî din hûr bûbûn. Ji xwe Ocalan gotibû "hebûna me ji bo Ewropayê giran hatiye" û bi vê gotinê diyar bûbû ku wê rotaya vê carê ne welateke Ewropayê be. Ocalan dîsa berê xwe dabû Rûsyayê. 
 
TECRÎDEKE 6 ROJΠ
 
Gava Ocalan hat Rûsyayê, bereksê tiştên hatibû gotin Rûsyayê aşkere kiribû ku ew ê Ocalan qebûl nekin. Biryar hatibû girtin ku di ser Ermenîstan û Karabaxê re berê xwe bide Kurdistanê. Lê belê gava li balafirê siwar bûbû rota bi awayekî derkontrolî berê xwe dabû devereke din û Ocalan danî Dûşanbeyê. Ocalan ji bo wan rojan dibêje: "Eger biqîriyama wê kes nebihîstana, ez bimirama wê kes cesedê min nedîtana." Ji van gotinan jî kifş e ku 6 rojan hatiye tecrîdkirin. Di 26'ê Çileyê de berî ji Dûşanbeyê derkeve, sîxurên KGB'ê gef lê xwarine û jê xwestine ji welatê wan derkeve. Di vê navberê de Mahîr Welat û Mecît Mamoyan ji bo Ocalan biçe Moskowayê hewl didin wî qaneh bikin. Ocalan, di daxuyaniyeke xwe yê piştî çend salan ji bo Mahîr Welat dibêje: "Gava li Romayê bûm min rola Mahîr Welat a di komployê de fam kiribû, lê ji ber di dest min de delîleke berbiçav tunebû min ev gumana xwe neda der. Şaşiyên dîrokî yên Mahîr û dostê wî mecît hene." 
 
Piştî Ocalan dibîne nikare li Rûsyayê bimîne vê carê dîsa berê xwe dide Yûnanîstanê. Piştî naxwazin Ocalan li Yûnanîstanê bimîne, vê carê Ocalan Hollandayê pêşniyar dike. Ocalan, ji bo biçe dadgeha navneteweyî Hollanda hilbijartibû. Wê balafir Ocalan ji Atînayê bibirana bajarê Mînskê yê Rûsyayê û wê ji wir jî balafireke din wî bibirana Laheyê. Her wiha gava Ocalan di 30'yê Çileyê de çû Rûsyayê tiştek din jî qewimîbû. Li Davosê Forûma Aboriyê ya Cîhanê pêk hatibû û di forûmê de di navbera Serokwezîrê Rûsyayê Yevgenî Prîmakov û şîrketên petrolê yên DYA'yî de rewşa Ocalan bûbû bazara wan. 
 
BERÊ BALFIRÊ KETIBÛ KENYAYÊ 
 
Lê belê gava balafir li balafirgeha Mînskê dadikeve, balafira ku dê biçûna Leheyê nexuyabû. Çimkî Hollanda û Rûsya li balafirgehên xwe destûra balafiran nedabûn. Li ser vê Ocalan mecbûr mabû dîsa biçe Yûnanîstanê û ji ber zextan vê carê bi heman balafirê çû Girava Korfûyê. Li Korfûyê bi muameleyeke girtiyan nêzî Ocalan dibin û nehiştibûn ji giravê biçe. Gava Ocalan li Girava Korfûyê bû, îstixbaratvan Savas Kalenderîdîs çûbû cem Ocalan, ji Ocalan re gotibû: "Ez bi Pangalos re axivîm. Dawa lêborînê dike. Me çareyek dît." Bi vê re dibêje ew ê berê rotayê bidin welatên Afrîkayê. Ocalan pêşî vê planê qebûl nake, paşê mecbûr dimîne qebûl bike. Li gor planê wê Ocalan bibirana welatên Afrîkayê û wê ji wir jî wî bibirana Komara Afrîkaya Başûr. Lê belê di 2'yê Sibatê de berê balafirê ketibû Kenyayê. 
 
WÎ REVANDIN BIRIN TIRKIYEYÊ 
 
Gava Ocalan li Kenyayê bû, hatibû gotin divê demildest mala ku lê ye terk bike. Her wiha rayedarên Yûnanîstanê vê carê jî zext li balyozxanê kiribû ku Ocalan derxin an jê wê serî li rêyên bi darê zorê bidin. Wê çaxê Ocalan ji kesên li cem xwe re dibêje: "Ev der rawestgeha dawî ya komployê ye? Ocalan, gazî Şemsê Kiliç dike û dibêje: "Hewldana qirkirinê ya ku Tirkiye li gelê me ferz dike, dixwaze bi vê komploya di şexsê min de bi awayekî herî wehîm bi dawî bike." Di vê navbirê de piştî hevdîtina li Enqereyê komek tê avakirin û pisporên amerîkî komê dibe Antalyayê. Li Antalyayê sê personelên MÎT'ê yên pîlot û sê pîlotên balafira Cavît Çaglar hebûn. Kenyayê, di 15'ê Sibatê de xwest Ocalan derî sînor bê kirin. Ocalan jî bi şertê ku dê biçe Hollandayê qebûl kir ku ji avahiyê derkeve. Lê belê wesayîta ku Ocalan dibir balafirgehê, ji nişkave ji konvoyê veqetiyabû û winda bûbû. Ocalan, di 15'ê Sibatê saet di 03:00'yan de revandin Tirkiyeyê. 
 
Her çend niha komplo bi tecrîda li ser Ocalan bidome jî, lê belê tecrîda li ser Ocalan her çû li Tirkiye û Rojhilata Navîn bû sedema encamên giran. 
 
Ocalan, di parêznameyên xwe yên li Îmraliyê nivîsandin de, ji bo sedemên Komploya Navdewletî ya 9'ê Cotmehê û armanca dewletên tev li nav vê komployê bûne wiha dibêje: "Hemû hesab û kitab ew bûn ku ez daxilî nav berxwedaneke kor bibim û bimirim hatibûn kirin." Ocalan, ku 20 sal in li Îmraliyê di şert û mercên tecrîdeke giran de dimîne, bi helwesta xwe komplo pûç kiriye. Her wiha 21 sal berê li Ewropayê nedihat xwestin lê belê niha bi Paradîgamaya Neteweya Demokratîk li Rojhilata Navîn bi gewde bûye û hema bêje li tevahiya zanîngehên welatên cîhanê di qadên siyasetê de û di nav gelan de tê nîqaşkirin. 
 
Sibê - Parêzerê Ocalan: Ocalan hîn jî li ser heman xetê ye 
 
MA / Erdogan Alayumat – Bariş Ceyhan 
 

Sernavên din

07/10/2019
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2019'AN
08:27 MSD: Li dijî gefên dagirkeriyê em bibin yek
08:11 Hêzên Koalîsyonê dest bi vekişandina ji sînor kirin
06/10/2019
16:26 Gel li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî gefên operasyonê meşiyan
16:19 Hêzên Koalîsyonê û DYA li Grê Spî tûran davêjin
16:07 Ji cînayetê 4 kes hatin girtin
15:55 'Em ê wan kesên li ser êşa me hesabê dengan kirin ji bîr nekin’
15:53 Nobeta Demokrasiyê li Amedê di roja 49’an de didome
15:28 Li Colemêrgê 2 zarokên xwestin avjenî bikin fetisin
15:27 Destûr nedan wekîlê HDP’ê derbas bibe
15:15 Orhan a HDP'î: Têkoşîna me wê heya rojên azadiyê dewam bike
14:33 'Mirin heye veger tune ye'
14:22 Ozsoy: Fatûra operasyonê ya siyasî wê pir giran be
14:17 Hevserokê HDP’ê yê Peyasê hat binçavkirin
13:48 ‘Psychology Kurdî’ bi mijara ‘Jin û Derûniya Jinê’ derket
13:47 Li Mêrdînê banga piştgirî dayîna kampanyeyan hat kirin
13:33 Dildarên Çiyayê Kazê: Bila hevalên me bên berdan
13:18 HDP’iyên hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:49 Karkerê piştî pevçûna li Dêrikê hatibû binçavkirin hat girtin
12:24 Kesên xwe weke polîs dan naskirin xwestin Turkaslan bibe sîxur
12:02 Li Riha û Colemêrgê 2 kes hatin binçavkirin
11:18 Kubîlay: Bi daxuyaniyên Bahçelî dixwazin CHP’ê bêdeng bikin
10:59 Di 9 mehan de Hezar û 320 karkeran jiyana xwe ji dest dan
10:59 Otobusa servîsê qulipî: 16 kes birîndar bûn
10:45 Kurd ji bo qursa kurdî ya li ÎSMEK’ê çi difikirin?
10:44 Malbata girtiyê nexweş: Ger ku neye tedawîkirin wê întîhar bike
10:30 Her meh fatûreyên ceyrana me zêde dibe
10:16 Ji Gurbetellî heta îro lêgerîna jinan a heqîqetê didome
09:47 Waniyan gotin ew di nava birçîbûn û xizaniyê de dijîn
09:31 Çinîna titûna Xûrsê dest pê kir
09:09 Aborînas Muftuoglu: TUÎK rastiyan nîşan nade
09:08 'Di bûyerên îstîsmarê de divê gotina zarok esas bê girtin'
09:07 Îsal di garis de jî xesirîn
09:05 Di sedsala 21'emîn de nêzîkatiya li hemberî Ocalan û encamên wê -2
Hatîp Dîcle: Komplo bi tecrîda mutleq didome
09:02 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2019'AN
05/10/2019
18:09 Weqfa Mezopotamyayê panela ‘Xebatên Folklorê û Nasnameya Kurdî’ li dar xist
16:57 Mîhrîcana Mem û Zîn hat taloqkirin: Ev dewama pêkanîna qeyûman e
16:39 Mumcu: Sedema koçberiyê pergala Serokomariyê ye
16:36 Malên Gel: Bila zem bên vekişandin
16:20 ‘Divê tedawiya girtiya nexweş Soglîn li gorî rûmeta mirovan bê kirin’
16:17 KHK'iyan Partiya Saadetê ziyaret kirin
16:15 Li Tekirdagê hê jî 22 sendîkavan di bin çavan de ne
15:50 'Ez ji jiyana kurê xwe bi fikar im'
15:37 Kûrtûlan: Heke derfet bidin Ocalan dibe ku şer bi dawî bibe
15:10 Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê aqûbeta Efeoglu û Kaçar pirsî
15:08 Xizmên Windayan: Em ê şopdarê dosyeya Mehmet Sîncar bin
14:49 Pero Dundar: Em ê ji reş re nebêjin spî
14:29 Keça Kerevan Îrmez Zozan Îrmez, Min Efû bike
14:27 Ji Almanyayê serdana piştgiriya Mizrakli
14:17 Ji Nobeta Demokrasiyê bang: Di 19'ê Cotmehê de dawî li polîtîkayên qeyûm bînin
13:58 Li Fûara Pirtûkan eleqeyeke zêde ji bo Zrîngê heye
13:49 14 kes li Şirnexê hatin binçavkirin
13:39 Di sedsala 21'emîn de nêzîkatiya li hemberî Ocalan û encamên wê -1
Di hesabên li Rojhilata Navîn de faktora Ocalan
13:31 Amîrê Tevgerê yê Qeyûm gef li endamê meclisê yê HDP'ê xwar
13:17 21 ciwanên ji bo mîhrîcanê hatin Cizîrê hatin binçavkirin
13:04 Kur bavê xwe kuşt, hevjîna wî jî delîl winda kirin
12:47 Pêşî binçav kirin paşê bi ser malê de girtin
12:30 Hevserokên Giştî yên HDP’ê: Ev zilm wê bi piştevaniyê bi dawî bibe
11:20 Zarokê Sûriyeyî li Kocaeliyê mirî hat dîtin
11:06 Navenda Giştî ya HDP'ê di dorpêçê de ye: Destûr nayê dayîn ku KHK'î bikevin hundir
10:48 Bi daxwaza darizandina adîlane 104 roj in di greva birçîbûnê de ye
10:34 Cotkaran demsalek din bi zirarê girtin
09:46 Onur a CHP’î: Tirkiye ji ber feraseta AKP'ê winda dike
09:19 Temaşa pêşîn a ‘Xewna Şevek Havînê’ hat kirin
09:16 Karkerên ji Şaredariya Uskudarê hatine avêtin dixwazin vegerin ser karê xwe
09:13 Derhêner Ozdamar: Dixwazim tevî zarokan azad bibim
09:11 Akademîsye Koçak ku beraat kir: Di wê metnê de heqîqetek heye
09:09 'Bila her roj rayedarên dewletê jî çay û simîtan bixwin'
09:08 5 zarokên wî di girtîgehê de ne: Bi wan re em jî tên cezakirin
09:06 Fihêla derbarê pasaportên KHK'yiyan de
09:03 Mexdûrên komkujiya Roboskî: Dixwazin em bêdeng bimînin
09:02 Li Enqereyê kursên zimanê Kurdî
09:01 AKP'ê û rêveberiya qeyûm ser bûyera zayendî girtin
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2019'AN
04/10/2019
16:27 ‘Wê rojên kêfxweş û bi hêvî werin’
15:51 Aydin: Heta pênasekirina ‘terorê’ neyê guhertin dê demokrasî neyê
15:50 ÎHD'ê ji Mehmet Balaban ê rastî êrîşê hat re faksa piştevaniyê şand
15:45 Nobeta Demokrasiyê di roja 47'an de ye: AKP nêzî bi dawîbûnê bû
15:43 Gunay: Hûn nikarin me qels bikin
15:23 Polîsan bi ser Sendîkaya DEV-TESKTÎL’ê de girt: 21 kes binçavkirin
14:54 Sirri Sureyya Onder ji girtîgehê derket
14:35 Li Nisêbînê jin lihev civiyan
14:19 Li Hewlêrê malbatek Kobanî tev hatin kuştin
14:06 Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Turkdogan: Makeqanûnek nû mecbûrî ye
14:01 Avşîna zarok û dayika xwe sîrgûn kirin
13:35 Cenazeyê Dalê windayî hat dîtin
13:28 Li dijî darbeya qeyûman dest bi kampanya îmzeyan kirin
13:03 Romana Helîm Yûsiv 'Firîna Bi Baskên Şikestî' derket
13:02 Xebatkarên Komeleya Mezûnên ODTU'yê çalakiya xwe bi dawî kirin
13:01 8 hunermendên bi kurdî stranan dibêjin binçav kirin
12:44 Kubîlay: Tenê rastiyek heye, îktîdar dijminê Kurdan e
12:00 100 kesên ku ji cîwayê bi jehrî bibûn ji nexweşxaneyê derxistin
11:32 Zrîng derket
11:19 Hejmara nû ya Newaya Jin derket
10:40 'Heta kapitalizm hebe wê krîza avhewayê bidome'
10:30 HDP’ê dest bi kampanyaya zimanê kurdî kir
10:06 Walîtiyê dev ji 'sûcê Destûra Bingehîn' berda lê di qedexeyê de bi israr e
09:53 Çalakgerê daîmî yê Nobeta Demokrasiyê: Heya ku zilma 77 salan ne qede ewê li qadan be
09:42 Nivîskarên kurd li Amedê civiyan
09:04 Wê li Pirsûsê 'Mihrîcana Hinaran' bê lidarxistin