ENQERE - Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, di peyama ji hevdîtina KHK’iyan şandin re de wiha gotin: “Ev zilm encex bi piştevaniyê, demokrasiyê û aştiyê bi dawî bibe.”
Xebatên gelemperî yên bi Biryara Hikmê Qanûnê (KHK) ji kar hatin avêtin xwestin bên gelhev, lê hevdîtina wan ji aliyê Walîtiya Enqerê ve hat astengkirin û destûr nehat dayîn ku KHK’î bikevin Enqerê. Ligel vê jî xebatkarên gelemperî li ber Navenda Giştî ya HDP’ê kom bûn. Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî ji KHK’iyên hatin astengkirin re peyama şandin û bal kişandin ser girîngiya piştevahiyê
Parlamenterê HDP’ê yê Kocaelî Omer Farûk Gergerlîoglû, peyama Hevserokên Giştî yên HDP’ê Bûldan û Temellî xwend.
Peyama Bûldan û Temellî wiha ye: “Hevparên hêja yên Platforma KHK’iyan ên bi dirûşmeya “Em bi hevre bi hêzin” hatin gelhev, di 20’ê Tîrmeha 2016’an de bi hinceta OHAL’ê bi KHK’iyan bi deh hezaran karkerên gelemperî, mirovên zanist, hindekar, siyasetmedar û sendîkavan ji kar hatin avêtin û jiyana wan a civakî hat tecrîdkirin. Hema bêje terkî mirinê kirin. Hêzên demokratîk, wê tu carî tundî, bêhiqûqî, ‘pergala nû ya Tirkiyeyê’ û nêzikatiyên dij hiqûqî yên desthilatdariya AKP ku dawiya xwe ditiye qebûl nekin.
Ev zilm encex bi piştevanî, demokrasî û aştiyê bi dawî bibe. Ji ber bernameyên xwe me nekarî em beşdarî Hevdîtina KHK’iyan bibin, lê em bi van hestan vê hevdîtinê silava dikin û HDP wê tim ligel têkoşîna we cih bigire.”